Hewlêr (Rûdaw) - Îndekseke navneteweyî ya ku nû hat belavkirin eşkere dike ku di 10 salên dawî de li kîjan welatan xweseriya zanistî herî zêde qels bûye.
Nîkaragua, Myanmar û Efxanistan di sê rêzên destpêkê yên lîsteyê de ne.
Tirkiye di warê bipaşveçûna azadiya akademîk de bûye welatê heftem. Di rêza dawî ya lîsteyê de jî Amerîka cih digire.
Enstîtuya Cihêrengiya Demokrasiyê (V-Dem) lîsteya wan welatan eşkere kir ku di 10 salên dawî de li seranserê cîhanê di warê azadiya akademîk de bipaşketina herî mezin bi xwe ve dîtine.
Li gorî amarên nû yên derbarê xweseriya zanîngeh û zanyaran de, Tirkiye yek ji wan welatan e ku azadiya lêkolîn û xwendinê lê gelekî bi paşve çûye.
Ev lêkolîn bi amarên şênber nîşan dide ku bipaşketina demokratîk çawa zextê li saziyên xwendina bilind dike.
Nîkaragua û Myanmar di rêzên pêşîn de ne
Li gorî amarên lêkolînê, di 10 salên dawî de Nîkaragua ew welat e ku xweseriya zanistî lê herî zêde derb xwariye.
Welatê Asyayê Myanmar di rêza duyem de cih digire. Efxanistana ku birêvebiriya wê guheriye jî di rêza sêyem de ye.
El Salvadora li Amerîkaya Navîn di rêza çarem û Çada li navenda Afrîkayê jî di rêza pêncem de ye.
Fîlîstîna li Rojhilata Navîn ku maf û azadî lê tên sînordarkirin, di lîsteyê de devera şeşem e ku azadiya akademîk lê bi paş ketiye.
Tirkiye di rêza heftem de ye
Tirkiye di vê îndeksa navneteweyî de di rêza heftem de ye. Yekser piştî Tirkiyeyê, di rêza heştem de welatê Afrîkayê Malî tê.
Belarûsa li Ewropaya Rojhilat di rêza nehem û Hindistana li Başûrê Asyayê jî di rêza dehem de ye.
Her wiha Ûgandaya li Rojhilatê Afrîkayê di rêza yazdem de ye. Amerîka jî di rêza diwazdehem û ya dawî ya lîsteyê de cih digire.
Ev rapor bandora bipaşketina demokratîk a li ser saziyên xwendina bilind bi awayekî eşkere nîşan dide.


