Almata (Rûdaw) - Di roja sêyem de, Konferansa "Ziman, Wêje û Dîroka Kurdan" a li bajarê Almatayê yê Qazaxistanê veguherî şahiyeke watedar.
Weqfa Bipêşxistina Çanda Kurdan ku yek ji amadekarên konferansê ye, ji bo 60 saliya Hejarê Şamil bernameyek pêşkêş kir.
Hejarê Şamil ku aslen ji herêma Kurdistana Sora ya berê ya li Azerbaycanê ye, nivîskar, helbestvan, wergêr û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê ye.
"Milet qedrê keda wî digire"
Serokê Weqfa Bipêşxistina Çanda Kurdan Îbrahîmê Filît li ser keda Şamil got:
"Hejarê Şamil mirovekî xebatkar e. Keda wî di nava diyaspora û miletê me de gelekî mezin e.
Tam di dema konferansê de 60 saliya wî temam bû. Me jî pêwîst dît ku ew bizanibe û bibîne ku milet qedirê wî digire."
Profesorê Zanîngeha Qazaxistanê Hesenê Evdoyê Elî jî tekezî li ser rola wî kir û wiha got:
"Hejarê Şamil ne tenê li Qazaxistanê tê naskirin, tevahiya Asyaya Navîn, Qefqasya û hemû Kurdên cîhanê wî nas dikin. Keda wî di nava civaka Kurd de gelekî mezin e."
Bername bi nîşandana sînevîzyonekê li ser çalakiyên Hejarê Şamil dest pê kir.
Di sînevîzyonê de melodiya bestekara Kurd a ji Almatayê Asya Mamedovayê hat bikaranîn
Her wiha klîpek li ser xwezaya Kelbecerê ku welatê Hejarê Şamil e û 32 sal in jê dûr e, ji mêvanan re hat nîşandan.
"Xema wî Kurd û Kurdistan e"
Nivîskar Jan Dost jî nêrîna xwe wiha anî zimên, "Hinek kes hene ku mirov dixwaze wan pir berê nas bike.
Kekê Hejar yek ji wan kesan e. Bi rastî ew mirovekî Kurdperwer û Kurdhez e. Xema wî her tim Kurd û Kurdistan e."
Alîkara Serokê Komeleya Berbangê ya Kurdên Qazaxistanê Meyana Hesen wiha axivî:
"Hejarê Şamil ji bo min mînaka welatparêzî û welatheziyê ye.
Ez pir serbilind im ku çend sal in ez wî nas dikim û em bi hev re dixebitin.
Ez rojbûna wî pîroz dikim û temenekî dirêj ji bo wî dixwazim."
Di dema bernameyê de berhemên Hejarê Şamil ji beşdarên konferansê re hatin nasandin.
Rewşenbîr û nivîskaran li ser jiyan û çalakiyên vî kesayetê herî çalak ê diyasporayê axivîn.
Her wiha koma govendê ya zarokên Kurd ên Almatayê hunera xwe pêşkêşî mêvanan kir.
"Ji bo Kurd û Kurdayetiyê dixebite"
Karsaz Rafîk Îbrahîmov li ser giringiya vê rojê got, "Rêkxistina vê çalakiyê ji bo me ne zehmet e.
Me ji bo 60 saliya wî çalakiyeke wiha amade kir da ku ew jî rojekê dilxweşiyeke wiha bibîne.
Çimkî wî mirovî zarok, mal û malbata xwe hiştiye û tenê ji bo Kurd û Kurdayetiyê dixebite. Loma jî ez dibêjim hevalê Hejar gelekî hêja ye."
Profesorê Zanîngeha Wanê Nesîm Sönmez jî lome ji xwe kirin û got:
"Ez di temenê xwe de xwe wekî mirovekî ziyanpêketî dibînim ku çima min berê kekê Şamil nas nekiriye û çima ez ew qas dereng mam. Loma jî ez xwe sûcdar dikim."
Bername wekî her çalakiyeke diyasporayê bi gerandina govendê bi coş bû. Şahî heta derengiya şevê dom kir.



