Hewlêr (Rûdaw) - Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê doh bi şev bi 41 mûşek û 125 dronan êrişî wan kiriye.
Fermandariya Hêzên Asmanî ya Artêşa Ukraynayê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku artêşa Rûsyayê doh bi şev bi 41 mûşekên ji cureyên cuda û 125 dronan êriş kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 18 mûşek û 108 dron hatine pûçkirin û metirsiya êrişên asmanî didome.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy ragihand ku artêşa Rûsyayê bi şev yek ji êrişên herî dijwar ên mûşekên balîstîk ên ji destpêka şer û vir ve biriye ser Kîeva paytext.
Zelenskyy li ser hesabê xwe yê tora civakî di daxuyaniyeke nivîskî de anî ziman ku bi şev Kîeva paytext bi mûşek û dronan bûye armanc û got:
"Rûsyayê îşev yek ji êrişên herî dijwar ên mûşekên balîstîk bir ser Kîevê."
Zelenskyy da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de kesek miriye û hejmara birîndaran jî derketiye 16an.
Zelenskyy bal kişand ser wê yekê ku Rûsyayê di hefteya dawî de di êrişên xwe yên li Ukraynayê de nêzîkî hezar û 450 dron, zêdetirî hezar û 640 bombe û 99 mûşek bi kar anîne û diyar kir ku parastina asmanî ji bo wan yek ji mijarên herî sereke ye.



