Hewlêr (Rûdaw) - Tora civakî ya Facebookê rastî pirsgirêkekê hat û li cem piraniya bikarhêneran li ser komputeran naxebite.
Dema ku bikarhêner dixwazin têkevin hesabên xwe, peyama "Hesabê te bi awayekî demkî naxebite" derdikeve pêşiya wan.
Facebook di dema vekirina hesaban a li ser komputeran de vê peyamê ji bikarhêneran re dinivîse:
"Ji ber pirsgirêkeke li ser malpera me hesabê te niha naxebite.
Em pêşbînî dikin ku ev pirsgirêk di demeke nêzîk de were çareserkirin.
Ji kerema xwe re piştî çend xulekan careke din biceribîne."
Pirsgirêk di versiyona komputerê de ye
Tora cîhanî jî destnîşan dike ku pirsgirêk di versiyona komputerê ya tora medyaya civakî ya Metayê de ye û niha nayê bikaranîn.
Li gorî malpera Downdetectorê, ev pirsgirêk beriya saet 11:00an bi dema Hewlêrê çêbûye.
Heta niha şirketa Metayê li ser vê pirsgirêkê ti daxuyanî belav nekirine.



