Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama bersivdana êrişên bi mûşek û dronan ên Îranê yên li Urdinê de, 2 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û leşkerek jî winda ye.
CENTCOMê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku êriş 17ê Tîrmehê qewimiye.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wan di wê demê de li dijî êrişên bi mûşek û dronan yên Îranê parastinê dikir.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku 4 leşkerên Amerîkayê piştî dermankirinê ji nexweşxaneyên Urdinê derketine.
Ew leşkerên din ên ku ji ber birînên sivik kontrol ji bo wan hatibû kirin jî vegeriyane ser erkên xwe.
CENTCOMê diyar kir ku wekî rêzekê ji bo malbatên qurbaniyan, heta ku 24 demjimêr di ser agahdarkirina mirovên wan re derbas nebin, ew dê ti zanyariyên zêdetir li ser bûyerê û nasnameyên leşkerên kuştî belav nekin.
Kuştina leşkerên Amerîkayê di demekê de ye ku ev hefteyek e êrişên Amerîkayê yên li Îranê zêde bûne.
Li hemberî vê yekê, Îranê gefa destpêkirina "êrişeke berfireh" xwariye û roja şemiyê hinek êriş birin ser binesaziyên welatên Kendavê.
Pêştir Îranê ragihandibû ku wan di van êrişan de depoyên sotemeniyê yên li Baregeha Azreqê ya li Urdinê kirine armanc.
Her çend artêşa Urdinê ragihandibû ku wan 10 mûşek xistine bêyî ku ti zererên canî û madî hebin.
Şer li Rojhilata Navîn gur dibe
Ev şer û pevçûn piştî mehekê ji têkçûna lihevtêgihiştineke destpêkî ya di navbera Washington û Tehranê ya ji bo bidawîkirina şerê Rojhilata Navîn tên.
Amerîkayê dorpêça deryayî xistiye ser benderên Îranê û êrişên xwe yên li ser çendîn parêzgehên wî welatî zêde kirine ku ji ber wan bi dehan kes hatine kuştin.
Îran jî dixwaze Tengava Hurmizê kontrol bike.



