Hewlêr (Rûdaw) - Hulusî Akar, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Amerîkayê de, li avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Washingtonê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Serokê Komîteya Parastina Niştimanî ya Parlamentoya Tirkiyeyê Hulusî Akar piştî hevdîtinên xwe yên li gel endamên Kongreya Amerîkayê û saziyên ramanê, li ser krîza pergalên parastinê yên S-400 û balafirên şer ên F-35an daxuyaniyên girîng dan.
Hulusî Akar destnîşan kir ku ew li bendê ne di demeke nêzîk de pirsgirêka di navbera Enqere û Washingtonê de were çareserkirin.
Akar diyar kir ku pirsgirêka S-400an dê bi awayekî were çareserkirin û got:
"Di vê mijarê de em li benda hinek bipêşketinan in.
Em hêvî dikin û wiha xuya dike ku dê çareser bibe.
Di encamê de jî em pêşbînî dikin ku dê bipêşketinên gelekî girîng û erênî çêbibin."
Li gorî gotinên Akar, tenê hinceta derxistina Tirkiyeyê ya ji bernameya F-35an pergala S-400an in.
Hulusî Akar anî ziman:
"Dema ku pirsgirêka S-400an ji holê rabe, dê rasterast bernameya F-35an ji bo me dîsa dest pê bike."
Îdiayên li ser Îmaratê
Her wiha Akar îdiayên li ser şandina pergalên S-400an a Îmarata Erebî red kir û got:
“Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di navbera aliyan de peyman pêk hatiye û li ser bingeha agahiyên ku ji rayedarên Amerîkayî hatine wergirtin, me bersivên erênî girtine.”
Akar bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di projeyê de û anî ziman ku destê wan di vê mijarê de gelekî xurt e.
Wî bi bîr xist ku Tirkiyeyê wekî dewlet, berê bi temamî 1.000 parçeyên vê balafirê hildiberandin û tekez kir ku ew dê vê mijarê çareser bikin.



.jpg&w=3840&q=75)