Washington (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ji Rûdawê re ragihand ku welatê wî dest bi qonaxeke nû ya pêwendiyên bazirganî yên li gel Îraqê dike û got, “Em girîngiyê didin Herêma Kurdistanê.”
Wî her wiha diyar kir ku ew dixwazin veberhênanên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê zêdetir bibînin.
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright bersiv da pirsên me û li ser pêwendiyên bi Bexdayê re got:
“Îro rûpeleke nû ya dilxweşker e ji bo berfirehkirina pêwendiyên bazirganî yên di navbera Amerîka û Îraqê de.
Hevkariyeke stratejîk a rasteqîn ku ji bo demeke dirêj berdewam bibe, aliyekî mezin ê bazirganiyê jî li xwe digire.”
Amerîka girîngiyê dide Herêma Kurdistanê
Wezîrê Amerîkayî destnîşan kir ku ev bipêşketina pêwendiyan ji bo her du welatan gelekî girîng e.
Chris Wright pirsa me ya bi rengê “Gelo heman pêwendiyên wan li gel Herêma Kurdistanê jî hene yan na? Bi gotina “Bê guman” bersivand û got:
“Bê guman. Em dixwazin li Herêma Kurdistanê bipêşketinê, veberhênana Amerîkayê, zêdebûna hilberînê û derfetên kar ên zêdetir bibînin.”
Armanca pêwendiyên nû
Demên dawiyê ku ji bo xurtkirina binesaziya enerjî û aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê hewleke zêde ya dîplomatîk û bazirganî heye.
Armanc ew e ku Îraq kêmtir pişta xwe bi çavkaniyên derve girê bide û sermayeguzariyên Amerîkayê yên li herêmê zêdetir bibin.

.jpg&w=3840&q=75)

