Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza bi ser 7 kes û şirketên ku endamên şebekeyeke navneteweyî ya dabînkirina çekan a Supaya Pasdaran a Îranê bûne de sepandin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got, "Divê Îran ji çekên nukleer were pakkirin."
Ofîsa Kontrolkirina Darayiyên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê wekî bersivekê ji bo êrişên vê dawiyê yên Îranê yên li keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê, bi ser hejmarek kesayet û şirketên navneteweyî de ceza sepandin.
Li gorî ofîsê, ev kes û şirket di nav şebekeyekê de ne ku di kirîna çek û kel û pelên leşkerî de alîkariya Supaya Pasdaran a Îranê dikin.
Ev 5 roj in li pey hev Amerîka bi tohmeta êrişên li keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin êrişî Îranê dike.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di daxuyaniyekê de ragihand:
"Serok Trump gelekî zelal bûye ku divê Îran ji çekên nukleer were pakkirin.
Wezareta Xezîneyê dê li ser armancgirtin û têkbirina wan şebekeyên neyasayî berdewam bibe ku budceyê ji bo bernameyên çekdarî yên Îranê û makîneya şer a Tehranê dabîn dikin."
Şebeke çawa dixebite?
Li gorî agahiyên Wezareta Xezîneyê, Îranê ji bo veşartina rola Supaya Pasdaran a Îranê ya di kirîna çekan de sûd ji şirketên biyanî yên balafirvaniyê, veguhastin û navbeynkarên darayî wergirtiye.
Endamên vê şebekeyê li Îran, Rûsya, Îtalya û Nîjeryayê belav bûne.
Kes û şirketên cezakirî ev in:
Behroz Nemazî: Welatiyekî Îranî û birêvebirê şirketa Nika Jetê ya li Tehranê ye. Ev şirket li ser hilberîn û sererastkirina parçeyên balafir û dronan ji bo Pasdaran dixebite.
Maria Vladimirovna Selina: Welatiyeke Rûs e û alîkara dabînkirina çekan a ji bo Îranê ye. Berpirsa darayî ya şirketa Avratechê ya li Moskowê ye.
Donia Atayib: Welatiyeke Îtalyayî ye û li Mîlanoyê dijî. Bi beşdariya di hewldanên Behroz Nemazî yên ji bo kirîna çekan de tê tohmetbarkirin.
Şirketa Vanguardê ya Nîjeryayê: Şirketeke dabînkirina kel û pelên taktîkî ye li Nîjeryayê û wekî navbeynkar ji bo karên Nemazî xebitiye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê destnîşan kir ku ji ber vê biryarê hemû serwet, saman û berjewendiyên wan kes û aliyên cezakirî yên li nav axa Amerîkayê yan jî di bin destê welatiyên Amerîkayê de bin tên blokekirin.
Her wiha her saziyeke ku ji sedî 50 yan jî zêdetir a wê ya van kesan be, dikeve bin heman cezayan.
Wezareta Xezîneyê hişyarî da ku her saziyeke darayî yan jî kesekî ku dan û standinê li gel van cezakiriyan bike, dê rûbirûyî cezayên tund û cezayên darayî yên mezin bibe.
Ev gav wekî parçeyek ji stratejiya îdareya Trump tê dîtin ku çavkaniyên darayî yên Pasdaran bibire û wan ji wan kel û pelên teknolojîk bêpar bike.



.jpg&w=3840&q=75)