Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya Axiosê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye, "Pêwîst e tu dest bi vekişandina hêzên xwe ya ji Sûriyeyê bikî û heman gavan li Libnanê jî biavêjî."
Li gorî raporeke malpera Axiosê ya ku xwe dispêre agahiyên çend berpirsên Amerîkayî û Îsraîlî, Trump pêncşema borî di pêwendiyeke telefonî de ji Netanyahu xwestiye ku hêzên Îsraîlê ji wan herêmên Sûriye û Libnanê vekişîne ku niha di bin kontrola wan de ne.
"Ew we li wir naxwazin"
Berpirsekî Amerîkayî ji Axiosê re gotiye ku Trump ji Netanyahu re eşkere kiriye ku hebûna artêşa Îsraîlê ya li nav axa Sûriyeyê bûye sedema peydabûna aloziyan û dikare rewşê ber bi teqînê ve bibe.
Trump bi awayekî zelal ji Netanyahu re gotiye, "Ew we li wir naxwazin. Divê tu hêzên xwe vekişînî" û wî heman peyam ji bo başûrê Libnanê jî daye.
Li aliyê din, Buroya Serokwezîriya Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku Netanyahu bal kişandiye ser "pêdiviya hebûna herêmeke aram a li ser sînorên Îsraîlê" da ku rê li ber êrişên wekî ya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan were girtin.
Netanyahu û girêka kor
Divê were gotin ku tenê sê meh ji hilbijartinên Îsraîlê re mane. Ev hilbijartin ji bo Netanyahu wekî mijara "man û nemanê" ne.
Çavdêr di wê bahweriyê de ne ku Netanyahu vê demê ji bo vekişînê ti gava micid naavêje çimkî beşeke mezin a hevalbendên wî yên tundrev ên di hikûmetê de ne tenê li dijî vekişînê ne.
Sûriye
Îdareya Trump bi mehan e hewl dide peymaneke ewlehiyê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de were îmzekirin.
Lê belê ew gihîştine wê baweriyê ku Netanyahu naxwaze tewîzan bide, bi taybetî vekişîna ji wan herêmên ku piştî rûxîna rejîma Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an Îsraîlê dest danîbû ser wan.
Di hefteyên borî de, li çend herêmên başûrê Sûriyeyê, welatiyên Sûriyeyê li dijî hebûna artêşa Îsraîlê xwenîşandan kirine û di navbera her du aliyan de pevçûn derketine.
Rewşa Libnanê
Roja sêşemê navbeynkarên Amerîkayî li Romayê li gel dîplomatên Îsraîl û Libnanê ji bo pêkanîna peymanekê civiyan.
Li gorî wê peymanê, divê Îsraîl ji du herêmên li başûrê Libnanê vekişe da ku artêşa Libnanê li wir bi cih bibe. Ev dê ji bo valakirina herêmên din jî bibe rênîşanderek.
Îsraîlê vekişîna xwe bi hinceta ku divê piştrast bibe ku li wan herêman ti çek û binesaziya leşkerî ya Hizbulahê nemaye, bi derengî xistiye.
Lê belê aliyê Libnanî dibêje ku divê artêşa Amerîkayê li ser vê mijarê biryarê bide û demeke diyar ji bo vekişînê were danîn.
Helwesta fermî
Koşka Spî red kir ku li ser naveroka pêwendiya telefonî daxuyaniyê bide lê nûçe jî red nekir.
Berpirsekî Amerîkayî ji Axiosê re got, "Pêwendiyeke xurt a Serok Trump bi Netanyahu re heye û Îsraîl her tim hevalbendekî mezin bûye. Ti kes bi qasî Trump nebûye dostê Îsraîlê û têkoşerê ji bo aştiyê."

.jpg&w=3840&q=75)

