Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî piştî civîna li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Ji bo ku bargiraniya aboriya Îraqê li gel min hilgire, pêwîstiya min bi hevpeymanekî stratejîk heye.”
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî çû Amerîkayê û ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat pêşwazîkirin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ji Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pirsî, “Çima te Amerîka wekî welatê yekem ji bo serdanê hilbijart? Dema tu vegerî Îraqê, tu dê çi gavên berbiçav biavêjî ku tu dilniya bî ew peymanên li Washingtonê hatine îmzekirin dê werin bicihkirin?”
Elî Zeydî di bersiva xwe de got:
“Mastera min li ser aboriyê heye û min rewşa aborî bi temamî li ber çavan girtiye.
Bi rastî ji bo ku vê bargiraniyê li gel min hilgire, pêdiviya min bi hevpeymanekî stratejîk heye.
Hevpeymanê stratejîk ê herî girîng ê li cîhanê jî Amerîka ye.
Loma me ji kûr ve biryar da ku em vê serdanê bikin.”
"Em cudahiyê naxin navbera Kurdistan û Besreyê"
Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku ew cudahiyê naxin navbera “ti cihên Îraqê” û anî ziman:
“Em cudahiyê naxin navbera Kurdistan, Besre yan jî cihekî din ê Îraqê. Îraq wekî yek laşî ye.”
Li hêla din, Donald Trump soz da ku ew dê alîkariya Îraqê bikin û got:
“Em alîkariya Îraqê dikin û em dixwazin piştgiriya wan bikin.
Pêwendiyeke me ya bêhempa bi Serokwezîrê nû re heye.
Ew kesekî bihêz e. Kesekî gelekî zîrek e. Eger ne wisa bûya, ew dê di van hilbijartinan de bi ser neketa.
Bi rastî hilbijartineke bi hevrikiyeke dijwar bû.
Ev ji bo wî çîrokeke mezin e. Ez dixwazim jê re bibêjim, Amerîkayê ti carî ji bo we ji vê çêtir nekiriye.”


