Hewlêr (Rûdaw) - Li Bangkoka paytexta Taylandê derdora nîvê şevê (bi dema herêmî) agir bi restoraneke qerebalix ket û di encamê de herî kêm 30 kes mirin.
Li gorî nûçeya Thai PBSê, şewat li bîraxaneya bi navê Rong Beer Na Ladpraoyê ya li herêma Ladpraoya navçeya Chatuchakê derketiye.
Nasnameya 25 kesan diyar bûye
Tîmên rizgarkirinê nasnameya 17 jin û 8 mêran eşkere kir lê nasnameya miriyên din hîn nehatiye diyarkirin.
Tîmên agirvemirandinê û xebatkarên rizgarkirinê gelek kes ji avahiyê derxistin û birîndar jî veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku piraniya miriyan li destşoyên restoranê asê mane.
Di dîmenên cihê bûyerê de tê dîtin ku xelk diqîre û ji avahiyê direve, di heman demê de tîmên hawarçûnê jî xebatên rizgarkirinê didomînin.
Heta niha sedema derketina vê şewatê nehatiye zanîn.

.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)