Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê hinek bikarhênerên medyaya civakî ku aktîvîsta rastgir Laura Loomer jî di nav wan de ye, dibêjin ku dibe ku Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham hatibe kuştin.
Piştî ku Grahamê ku bi piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan û Îsraîlê dihat naskirin ji ber "nexweşiyeke demkurt û ji nişka ve" mir, hinek bikarhênerên medyaya civakî bi guman nêzîkî mirina senator bûn.
“Jehr”
Aktîvîsta rastgir Laura Loomera ku piştgireke dilsoz a Trump e, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got, "Gelo Rûsyayê Lindsey Graham jehrî kir?"
Loomerê bi bîr anî ku Rûsyayê ji bo merasîma cenazeyê rêberê berê yê Îranê Elî Xaminêyî şande şandiye û got ku Artêşa Pasdarên Îranê "banga kuştina" wê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Senator Graham kiriye.
Loomerê parast ku divê li ser mirina Graham lêpirsîneke cidî were kirin û bal kişand ser wê yekê ku Senator Graham rojek berê li Ukraynayê bûye û anî zimên:
"Li gorî xebatkarên wî (Graham) ji nişka ve ji ber nexweşiyeke bêserûber mir. Gelo Rûsyayê senatorekî Amerîkayê kuşt?"
Loomerê di parvekirineke xwe ya din de jî peyama ku Graham beriya 5 rojan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiribû wekî jêder nîşan da û diyar kir:
"Beriya 5 rojan Senator Lindsey Graham li ser gefên kuştinê yên Artêşa Pasdarên Îranê yên li dijî wî peyamek belav kiribû."
Loomerê eşkere kir ku ew bi guman nêzîkî mirina Graham a piştî vegera ji Ukraynayê dibe û got, "Ev ne lihevrasthatin e."
Gefên Îranê
Damezirînerê saziya Cihûyan a bi navê Tora Nirxên Cîhanî (World Values Network) Haham Shmuley Boteachê ku bi nêzîkbûna xwe ya li polîtîkayên Îsraîlê tê naskirin jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Boteach di peyama xwe de destnîşan kir, "Beriya 5 rojan Îranê gefa kuştinê li senatorê herî mezin ê Amerîkayê xwar. Niha (Graham) rojekê piştî vegera ji Ukraynayê mir. Çi diqewime?"
Boteach di parvekirina xwe ya din de jî diyar kir ku dibe ku Îran berpirsê mirina Graham be û li pey çû: "Gelo wekî ku soz dabûn (Graham) kuştin?"
Xwediyê kanala YouTubeyê ya bi navê LibertyLockDown û bikarhênerê medyaya civakî Clint Russell jî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek da û destnîşan kir ku dibe ku Rûsya berpirsê mirina Graham be.
Russell parast ku dibe ku Graham ji ber piştgiriya wî ya ji bo Ukraynayê û bangên wî yên ji bo cezakirina Rûsyayê bûbe armanc.
Doh bi şev hatibû ragihandin ku Grahamê 71 salî yê ku ji sala 2003yan ve li Senatoyê kar dikir ji ber "nexweşiyeke demkurt û ji nişka ve" miriye.
Piştgiriya Graham a ji bo Îsraîl û Ukraynayê
Grahamê ku bi taybetî bi piştgiriya xwe ya bihêz û bêmerc a ji bo birêvebiriya Tel Evîvê dihat naskirin û bi eşkereyî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê diparastin, gelek caran bangî Amerîkayê dikir ku piştgiriya xwe ya leşkerî û dîplomatîk a ji bo Îsraîlê zêde bike.
Graham dema ku tiştên Amerîkayê yên di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi bîr dixistin, pirsîbû, "Me di Şerê Cîhanê yê Duyem de çi kir? Ma em ti kêliyê jî li ser birçîhiştina Almanan fikirîn? Ma me heta ku hemû bajar bi temamî hilweşiyan bombebaran nekirin?" û gotibû ku Îsraîl jî di nav şerekî de ye û dikare tiştên bi vî rengî bike.
Grahamê ku piştgirî dida zêdekirina cezayên li ser bernameya nukleer a Îranê, di daxuyaniyên xwe de diparast ku divê vebijêrka leşkerî ya li dijî Tehranê jî li ser maseyê bimîne.
Graham ji bo Îranê gotibû, "Pêwîstiya me bi destêwerdaneke (midaxele) leşkerî heye" û destnîşan kiribû ku destpêşxeriyeke (înîsiyatîv) hevbeş a di navbera Amerîka û Îsraîlê de ya ji bo lawazkirina şiyana Îranê ya kuştina gelê xwe (bi amajekirina xwenîşandanên li Îranê) dê bibe bipêşketineke kêfxweşker.
Grahamê ku gelek caran diçû Îsraîlê, herî dawî 16ê Sibatê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û berpirsên bilind ên Îsraîlê re civiyabû.
Senator Graham 10ê Tîrmehê jî çûbû Kieva paytexta Ukraynayê û bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re hevdîtinek kiribû.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
