Hewlêr (Rûdaw) - Dayîna xelata herî bilind a Îtalyayê "Madalyaya Stêrka Îtalyayê" ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di medyaya Îtalyayê de cihekî berfireh girt.
Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolo Fontana îro bi merasîmeke li Hewlêrê Madalyaya Stêrka Îtalyayê da Nêçîrvan Barzanî.
Rojname û ajansên sereke yên Îtalyayê ev rûmetdayîn ne wekî "merasimeke asayî" wekî "mesajeke siyasî ya asta bilind a Romayê ya ji bo hevpeymanê wê yê herî pêbawer ê li herêmê" nirxand.
Ev nîşana ku bi fermana rasterast a Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî hat kirin, ji aliyê saziyên medyaya prestîj ên Îtalyayê ve bi hûrgilî hat analîzkirin.
Medyaya Îtalyayê bal kişand ser wê yekê ku pêwendiyên Hewlêr û Romayê êdî veguherîne "sermayeyeke jeopolîtîk."
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Îtalyayê (ANSA) tekez kir ku ev xelat rûmeta herî bilind e ku Komara Îtalyayê dikare bide biyaniyekî.
Ajansê nûçe bi sernavê "Ji Romayê ber bi Hewlêrê ve sînyaleke siyasî ya asta bilind" belav kir û Herêma Kurdistanê wekî "stûna bingehîn" a siyaseta derve ya Îtalyayê ya li Rojhilata Navîn pênase kir.
Rojnameya Il Riformistayê bal kişand ser taybetmendiyên serkirdayetiya Nêçîrvan Barzanî û ev nirxandin kir:
"Hilbijartina Barzanî ne tenê tevgereke sembolîk e.
Ev yek, pejirandina navneteweyî ya hevparê diyalogê yê diyarker, nerm û pêbawer e ji bo ewlehiya herêmê.
Ev pêwendiya taybet a bi Hewlêrê re, ji bo Îtalyayê sermayeyeke jeopolîtîk a jêveneger e."
Giornale Diplomaticoyê ku cîhana dîplomasiyê ji nêzîk ve dişopîne, ronahî xist ser sedemên stratejîk ên li pişt vê xelatê.
Rojnameyê nivîsand ku rola Nêçîrvan Barzanî ya di warê "diyalog, pirdengiya dînî û nermiyê" de ne tenê ji bo Îraqê, ji bo ewlehiya Deryaya Spî ya Berfireh û ewlehiya dabînkirina enerjiya Ewropayê jî "pêkhateyeke jiyanî" ye.
Dostaniya dîrokî ya 20 salan
Rojnameyên Îtalyayê yên wekî Corriere della Sera û La Repubblica ev xelatkirin bi çîrokeke dostaniyê ya 20 salan ve girê da.
Di nûçeyan de qala pêvajoya ji lûtkeya dîrokî ya sala 2015an a di navbera Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê wê demê Matteo Renzi de heta hevdîtinên asta bilind ên van rojên dawî yên li gel Wezîrê Parastinê Guido Crosetto û Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani hat kirin û ev pêvajo wekî "serdema gihîştina hevpeymaniyê" hat binavkirin.



