Hewlêr (Rûdaw) - Hamza F.yê 14 salî ku bi rojan e li derdora Kanala Saint-Martinê ya navdar a Parîsê di rojevê de ye, doh bi tohmeta dizîna telefonê û berxwedana li hemberî polîsan careke din hat desteserkirin.
Ciwanê ku bi nasnavê "La Douane" (Gumrik) tê naskirin û li ser medyaya civakî bi milyonan caran hatiye temaşekirin, di raya giştî ya Fransayê de hem wekî çavkaniya henek û şahiyê hem jî wekî çavkaniya dilgiraniyê tê dîtin.
Di serdema germa zêde ya li Fransayê de, Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê beşeke Kanala Saint-Martinê ji bo avjeniyê vekir.
Hamzayê 14 salî yê bi nasnavê "Gumrik" bi demançeya avê ya di destê xwe de li derdora kanalê tirs belav kir û rojên dawî li Fransayê bû yek ji kesên ku herî zêde tê axaftin.
Hamza bi saya vîdeoyên ku bi demançeya avê girtine li ser medyaya civakî bi milyonan caran hat temaşekirin.
Ji aliyê hinek kesan ve wekî "zarokekî nerhet lê bêzerer" tê dîtin, ji aliyê hinekên din ve jî wekî ciwanekî ku aramiya giştî xera dike tê nirxandin.
Li ser wî gelek caran biryara desteserkirinê hat bicihanîn.
Ev bûyer li seranserê welêt li ser sûcên zarokan, berpirsyariya dê û bavan û desthilatên polîsan bû sedema nîqaşeke berfireh.
Bûyerê çawa dest pê kir?
Tê diyarkirin ku Hamza F. sala 2012an li Spanyayê ji dayîk bûye.
Wî ji nîvê meha Hezîranê ve bi vîdeoyên ku li qeraxa Kanala Saint-Martinê ya di navbera herêmên 10 û 11an ên Parîsê de girtine dest bi naskirinê kir.
Ciwanê navborî vîdeoyên xwe pêşî li ser Snapchatê û piştre jî li ser platformên din ên medyaya civakî belav kirin û di demeke kurt de gihîşt girseyeke mezin.
Wî nasnavê "La Douane" ji wir girtiye ku ji bîsîkletajo û peyayên ku dixwestin di pirên li ser kanalê re derbas bibin "baca gumrikê" ya sexte dixwest.
Hamza li xala kontrolê ya sexte ya ku bi hevalên xwe re ava kiribû, ji kesên ku dixwestin derbas bibin 2 euro dixwest.
Wî gef li kesên ku pere nedidan dixwar ku dê wan bi demançeya avê şil bike heta ku bigirîn.
Hamza di hevpeyvîna xwe ya bi Le Parisienê re diyar kir ku wî ev fikir ji pêkanînên gumrikê yên li Cezayîrê girtiye û got, "Li wir eger tu pereyan bidî, ew te napşkinin. Min jî heman fikir bi cih anî."
Lîsteya bûyeran dirêj dibe
Di vîdeoyên ku di meha Hezîranê de hatine girtin de, hat dîtin ku Hamza beşdarî gelek bûyerên cuda bûye.
Şilkirina polîsên şaredariyê û piştre jî polîsên niştimanî bi demançeya avê, dizîna şûşeyekê ji marketekê di dema ku hevalekî wî bala xwediyê marketê dikişand, hewldana dehfdayîna jinên ciwan ên ku li qeraxa kanalê li ber tavê bûn nav avê, girtin û kişandina piyên kesên ku avjenî dikir, qewitandina bîsîkletajoyan bi dar û gerandina kursiyekî ku ji restorantekê girtibû li ser scootereke elektrîkî li nav taxê, hinek ji wan bûyeran in.
Hamza 16ê Hezîranê rastî Alîkarê Şaredarê Parîsê Emmanuel Gregoire hat ku ji bo ragihandina serbestberdana avjeniyê ya li kanalê hatibû herêmê.
Hamza ji wî xwest ku cezayê qedexeya avjeniyê yê ku jê re hatibû birîn were betalkirin.
Desteserkirina yekem û hewldana revê
Polîsan 25ê Hezîranê hewl da Hamza li qeraxa kanalê desteser bikin.
Ciwanê ku piştî demeke dirêj di nav avê de ma û dan û standin kir, qebûl kir ku li wesayîtê siwar bibe.
Lê belê wî deriyê paşên ê wesayîta polîsan vekir, reviya û careke din xwe avêt kanalê.
Ev dîmen bi kamerayan de hatin tomarkirin û li ser torên civakî belav bûn.
Ew 27ê Hezîranê bi tohmeta "tundiya bikom û zerergihandina mal û milkan" bi awayekî fermî hat desteserkirin.
Hamzayê ku roja din vegeriya kanalê, li pêşberî kamerayan bi zimanekî tinazî behsa pêvajoya desteserkirinê kir û anî zimên ku li qereqolê klîma heye.
Li gorî çavkaniyên polîsan, ew zarok ji Hezîrana 2025an ve bi nêzîkî deh bûyerên cuda ve hatiye girêdan û ketiye qeydên polîsan.
Desteserkirina nû: Diziya telefonê
Li gorî çapemeniya Fransayê, bipêşketina dawç dawî doh êvarê qewimî.
Hamzayê ku tê diyarkirin di nav komeke nêzîkî bîst kesî de bûye, bi tohmeta tevlîbûna diziya telefoneke destan bi du kesên din re hat desteserkirin.
Polîsan ragihand ku wan sê kes bi tohmeta diziya giran û berxwedana li hemberî pêwirdaran desteser kiriye.
Tîmên polîsan ên ku çûn cihê bûyerê, destnîşan kir ku gumanbar hewl didin birevin.
Rayedaran piştrast kir ku di nav kesên hatine desteserkirin de ew ciwanê ku ji ber gelek bûyerên bi avjenîker, bîsîkletsiwar û şêniyên taxê re tê naskirin jî heye.
Kesê ku telefona wî hatibû dizîn giliyê wan kir lê amûr hîn nehatiye dîtin.
"Dosyeyên wî yên cidîtir jî hene"
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên polîsên Fransayê dane medyaya xwecihî, Hamza ne tenê ji ber bûyerên demançeya avê, di çarçoveya hinek tohmetên cidîtir de jî heta niha nêzîkî deh caran ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.
Lê belê ji ber ku lêpirsîn di çarçoveya pergala dadweriya zarokan de tên birêvebirin, hûrgiliyên van dosyeyan bi raya giştî re nehatin parvekirin.
Nîqaşa civakî mezin dibe
Vîdeoyên Hamza, li Fransayê hem bûne sedema bertekên mîzahî hem jî yên dilgiraniyê.
Li ser medyaya civakî hinek bikarhêneran bûyer wekî şahî dîtin lê gelek kesan bal kişand ser cidiyeta sûcên ku zarokek di vî temenî de dike û bêdengiya malbat, dibistan û rayedaran.
Hinek bikarhêneran dilgiraniya xwe anî zimên ku dibe di nav çend salan de li şûna demançeya avê çekeke rasteqîn bi kar bîne.
Hamza ji CNewsê re axivî û îdia kir ku bavê wî destûrê dide wî ji ber ku dizane ew nerhetiyê nake, tenê mirovan şil dike û carinan bi polîsan re dilîze.
Wî destnîşan kir ku dayîka wî hîn ji rewşê ne agahdar e.
Wî li hemberî rexneyên "serserî" yên ku lê dihatin kirin, îdia kir ku ev bertek bi piranî li ser bingeha nijadperestiyê ne.
Ev mijar ne tenê bûyîna ciwanekî wekî fenomenê medyaya civakî ye, di heman demê de mijarên wekî sûcên zarokan, berpirsyariya dê û bavan û têrnebûna hêzên ewlehiyê li hemberî gumanbarên temenbiçûk ên ku demeke dirêj e li Fransayê tên nîqaşkirin, careke din anîn rojevê.
Bêaramiya li derdora Kanala Saint-Martinê bi giliyên şêniyên taxê yên ku di demên dawî de zêde bûne re jî hevaheng e.
Tê meraqkirin bê ka dê Hamza di serdema pêş de di pêvajoya dadwerî de çawa were darizandin û bi destpêkirina serdema dibistanê re gelo dê populerbûna wî berdewam bike an na.



