Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Kanadayê Ehmed Husên ji Rûdawê re got ku ew dê ji bo xwendekar û geştyarên Herêma Kurdistanê di dayîna vîzeyan de hêsankariyê bikin
Ehmed Husên diyar kir ku Kanadayê Komkujiya Ezîdiyan bi awayê fermî nas kiriye.
Wî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin vekirina Konsulxaneya Giştî ya Kanadayê ya li Hewlêrê û ew dê ji bo xwendekar û geştyarên Herêma Kurdistanê di dayîna vîzeyan de hêsankariyê bikin.
Ehmed Husên di bernameya "Rûdawa Îro" de axivî û behsa serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kir.
Wî anî zimên ku çavdêriyên wî yên li Herêma Kurdistanê ji pêşbîniyên wî gelekî baştir bûn.
Husên got ku aştî, aramî, geşbûna aborî û pêkvejiyana pêkhateyan a li Herêma Kurdistanê ew matmayî hiştiye.
"Divê li dijî gendeliyê serweriya qanûnê hebe"
Husên li ser pirsgirêka gendeliyê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê û operasyonên dawî tecrubeya welatê xwe anî zimên.
Divê were gotin ku Kanadayê di nav 182 welatan de di rêza 16an a welatên herî şefaf de cih girtiye.
Husên eşkere kir ku li Kanadayê sîstemeke serbixwe heye û her berpirsek, ji parlamenteran heta serokwezîr, neçar e mal û milkên xwe eşkere bike.
Wî bal kişand ser girîngiya serweriya qanûnê û serxwebûna dadgehan da ku baweriya xelkê bi saziyan çêbibe.
Hêsankariya ji bo vîzeya Kanadayê
Ehmed Husên derbarê “mijara vîzeyan a ji bo ciwan û xwendekarên Herêma Kurdistanê” diyar kir ku sîstema wan serbixwe ye û biryar li ser belgeyan tên dayîn.
Lê belê wî mizgîniyek jî da û got ku ew dê hêsankariyê bikin.
Li gorî gotina wî, eger kesekî berê vîzeya Amerîkayê wergirtibe an jî berê çûbe Kanadayê, dê demildest û bêyî lêkolînên ewlehiyê yên demdirêj vîzeyê wergire.
Hewldana ji bo vekirina Konsulxaneya Giştî
Ehmed Husên da zanîn ku nivîsgeha Kanadayê ya li Hewlêrê niha girtî ye lê yek ji armancên serdana wan a Herêma Kurdistanê xurtkirina pêwendiyan e.
Wî eşkere kir ku ew dê li Kanadayê piştgiriyê bidin daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo vekirina Konsulxaneya Giştî ya Kanadayê ya li Hewlêrê.
Pêşwazîkirina Kurdên Êzidî
Berpirsê Kanadayî behsa Kurdên Êzidî jî kir.
Wî bi bîr anî ku Parlamentoya Kanadayê sala 2014an êş û trajediya Êzidiyan wekî komkujiyê nas kiriye.
Husên daxuyand ku wê demê wekî wezîrê koçberiyê hezar Kurdên Êzidî yên ku herî zêde zerer dîtibû, birine Kanadayê û niha jiyana wan li wî welatî gelekî baş e.
Gotina Trump û helwesta Kanadayê
Wî li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku daxwaz kiribû Kanada bibe beşek ji Amerîkayê got ku "Tiştekî wisa qet nabe."
Wî destnîşan kir ku gelê Kanadayê ev yek bi eşkereyî red kiriye û ew welatekî serbixwe ne.
Husên anî zimên ku wan li hemberî fişarên Amerîkayê dest bi peydakirina bazarên nû yên wekî Endonezya û Ewropayê kiriye da ku aboriya xwe biparêzin.


.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)