Hewlêr (Rûdaw) - Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguezê ragihand ku hejmara kesên di erdhejên 24ê Hezîranê de mirine gihîştiye 2 hezar û 595an.
Delcy Rodriguezê li Baregeha Asmanî ya La Carlotayê ya li Caracasa paytexta Venezuelayê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser erdhejên mezin daxuyanî da.
Rodriguezê diyar kir ku di erdhejên bi hêza 7,2 û 7,5 pileyan ên li bakurê Venezuelayê de hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 595an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 400î.
Wê destnîşan kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji 33 welatên cuda li qadê dixebitin.
"Me 6 hezar û 462 kes bi saxî derxistin"
Rodriguezê anî ziman ku ji dema erdhejê ve 6 hezar û 462 kes ji binê kavilan sax hatine derxistin û got:
"Piştî erdhejê Venezuela bi hemû saziyên xwe ket nava liv û tevgerê.
Tenê çend saetan piştî erdhejan me ji bo rûbirûbûna vê rewşa awarte biryarnameyek weşand.
Hemû mekanîzmayên parastina sivîl û parastina giştî yekser sewqî qadê hatin kirin."
Rodriguez li ser tohmetên "derengmayîna midaxeleyê" jî axivî û li pey çû:
"Me yekser hemû mekanîzmayên dewletê xistin nava liv û tevgerê.
Li pêşberî gelekî ku di nav êş û fikarê de ye, derxistina van îdiayan sefîltî ye, bêwijdanî ye û bêfikirî ye.
Bila kesek derkeve û bibêje alîkarî yan jî çûyîna wan hatiye astengkirin, bila kesek derkeve û bibêje 'alîkarî nîne'.
Tiştekî wiha qet nîne. Armanca me ya yekem û herî giring rizgarkirina jiyanan e.
Bêyî ti şertan û bêyî ti nêrînên siyasî pêwîstiya me bi tîmên lêgerîn û rizgarkirinê heye."
"Propagandaya reş e"
Rodriguezê eşkere kir ku îdiayên li ser nebûna hêzên ewlehiyê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li qadê ne rast in û destnîşan kir ku ev îdia propagandayeke reş e ku bi zanebûn hatiye kirin.
Rodriguezê da zanîn ku piştî erdhejan daxuyaniya fermî ya yekem ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Diosdado Cabello ve hatiye dayîn û ragihand ku piştî erdhejan fermana sewqkirina bilez a hêzên ewlehiyê û leşkeran hatiye dayîn.
Rodriguezê diyar kir ku wê li ser karesatên erdhejê dîplomasiyeke navneteweyî bi rê ve biriye û di saetên yekem de ji 72 serokên dewlet û hikûmetan telefon wergirtiye.
Li aliyê din, li gorî agahiyên di medyaya Venezuelayê de, hikûmetê ragihandiye ku di karesata erdhejê de 12 hezar û 841 kes bê xanî mane.
Rodriguezê di daxuyaniya xwe ya 29ê Hezîranê de soz dabû ku heta dawiya salê dê xaniyên nû bidin wan kesên ku bê mal mane.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

