Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pakistanê ragihand ku wan 4 dronên sade ku ji Efxanistanê hatibûn şandin xistine.
Li aliyê din Kabûlê angaşt kir ku wan li nav axa Pakistanê "bi awayekî serkeftî" li kampên DAIŞê xistiye.
Ev geşedan di demekê de ne ku li ser sînorê her du cîranan alozî pir bûne.
Hefteya borî li bajarê Qereçiyê yê Pakistanê êrişî navendeke ewlehiyê hatibû kirin.
Piştî vê êrişê Pakistanê li Efxanistanê hinek cih bombebaran kiribûn.
"Bersiveke tund dê were dayîn"
Artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku sîstema parastina asmanî roja sêşemê ew dronên Efxanistanê li parêzgeha Belûçistanê destnîşan kirine û xistine.
Pakistanê Talîban bi piştgirîkirina "rêxistinên terorê" tohmetbar kir ku ji nav axa wê operasyonan dikin.
Di daxuyaniya artêşê de hat gotin, "Eger provokasyonên Talîbanên Efxanistanê bidomin, ew dê bersiveke tund wergirin ku dê ji bo wan gelekî biha bibe."
Efxanistan: Me li DAIŞê xist
Alîkarê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Efxanistanê Sidiqulah Nûsret ragihand ku Hêzên Hewayî yên Efxanistanê li Belûçistan û Xeyber Pextunxayê êrişî kampên DAIŞê kiriye.
Nûsret anî zimên ku "zerereke mezin a canî û madî gihîştîye wê rêxistina terorê.”
Nûsret li ser hesabê xwe yê Xê destnîşan kir ku êriş "bi hûrgilî" hatine kirin û ti sivîl nemirine.
Têkiliyên aloz ên her du welatan
Têkiliyên Pakistan û Efxanistanê salên dawî ji ber êrişên çekdarî gelekî aloz bûne. Ev alozî carinan dibin sedema pevçûnên li ser sînor.
Îslamabad, Kabûlê tohmetbar dike ku rê dide çekdaran da ku axa Efxanistanê li dijî Pakistanê bi kar bînin lê Efxanistan van angaştan red dike.

.jpg&w=3840&q=75)
