Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Rajasthanê ya Hindistanê otobuseke rêwiyan û barhilgirekê li bin guhê hev xist û agir bi otobusê ket.
Di vê qezayê de 8 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarê pilebilind ê polîsan Piyush Dixit li ser qezaya li herêma Dausayê ya Rajasthanê agahî dan çapemeniya herêmî.
Dixit destnîşan kir ku otobusa rêwiyan û barhilgir li hev qelibîne û paşê agir bi otobusê ketiye û got:
"Şeş kes ji ber şewatê û du kes jî ji ber birîna serê xwe mirin."
Dixit her wiha ragihand ku di otobusê de nêzîkî 28-29 rêwiyan hebûn.
Radyoya giştî All India Radyoyê da zanîn ku birîndar veguhastine nexweşxaneyekê û polîsan li ser bûyerê lêpirsînek daye destpêkirin.
.jpg&w=3840&q=75)

