Washington (Rûdaw) - Endamê Kongerya Amerîkayê yê Komarî Joe Wilson piştgiriya xwe ji bo hewlên Serokwezîrê Îraqê yên di şerê li dijî gendeliyê de nîşan da.
Joe Wilso diyar kir ku divê Bexda ji bin bandora Tehranê derkeve.
Joe Wilson ji Rûdawê re got, "Em tiştê herî baş ji bo gelê Îraqê dixwazin.
Kêfxweşî ye ku em dibînin ew li dijî gendeliyê têdikoşin, çimkî li her welatî astên cuda yên gendeliyê hene ku divê werin çareserkirin."
Wilson amaje pê kir ku pêwendiyeke wî ya taybet bi Îraqê re heye, çimkî du kurên wî li Îraqê leşkerî kiriye.
Wilson got, "Du kurên min ên mezin li Îraqê xizmet kir. Yek ji wan di artêşa topavêj a meydanî de û yê din jî wekî bijîşk di hêza deryayî de bû.
Wan hezkirineke mezin ji bo gelê Îraqê di dilê xwe de ava kiriye."
Hişyariya li ser bandora Îranê
Joe Wilson rexneyeke tund li destwerdanên Îranê yên li Îraqê girt û daxwaz kir ku hikûmeta nû ya Îraqê dawî li vê bandorê bîne.
Wilson ji Rûdawê re got, "Hêvîdar im her hewl were dayîn ji bo nehiştina bandorên xerab ên Îranê li wî welatî; ew Îrana ku duruşma 'mirin ji bo Amerîkayê' bilind dike. Divê Îraq ji wan dûr bikeve."
Wilson Îran wekî çavkaniya nearamî û kuştina Îraqiyan pênase kir û got:
"Em dizanin ku bombeyên çandî û êrişên leşkerî yên li ser sivîlên Îraqî di rastiyê de ji aliyê Îranê ve bûn."
Wilson di dawiya axaftina xwe de li ser plana serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya ji bo Amerîkayê axivî û got:
"Hêviya min a mezin ji Serokwezîrê nû û xebata wî ya li gel Serok Trump a ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê û nehiştina bandorên neyînî yên Îranê heye.
Em dixwazin ku Îraqî xwedî hilbijartinên azad û dadperwer bin."
Ev gotinên Joe Wilson di demekê de ne ku roja yekşemê, hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi fermana Serokwezîr Elî Zeydî gaveke tund û ji nişka ve li dijî gendeliyê da destpêkirin ku ev operasyon wekî operasyona herî mezin a di dîroka nû ya wî welatî de tê qebûlkirin.
Pirsa Rûdawê û bersiva Endamê Kongerya Amerîkayê yê Komarî Joe Wilson:
Rûdaw: Tu hewlên Serokwezîrê nû yê Îraqê yên ji bo girtina wan kesên ku pêwendiya wan bi gendelî û komên çekdar re heye çawa dibînî?
Joe Wilson: Ez gelekî geşbîn im û em tiştê herî baş ji bo gelê Îraqê dixwazin. Ez her tim dixwazim amaje pê bikim ku du kurên min ên mezin li Îraqê xizmet kir, yek ji wan di beşa topavêjê ya meydanî de û yê din jî wekî bijîşk di hêza deryayî de bû û em tiştê herî baş ji bo gelê Îraqê dixwazin.
Loma dîtina vê yekê ku li dijî gendeliyê têdikoşin, ji ber ku li her welatî astên cuda yên gendeliyê hene ku divê werin çareserkirin, ez pir kêfxweş im ku ez dibînim ev gav tên avêtin.
Ji bilî vê jî, ez hêvî kim ku hemû hewl werin dayîn ji bo nehiştina bandor û serdestiya xerab a Îranê li wî welatî; ew Îrana ku duruşma 'mirin ji bo Amerîkayê' bilind dike. Divê Îraq ji wan dûr bikeve û rêzê li wan negire. Ji her tiştî zêdetir, em dizanin ku bombeyên çandî û êrişên leşkerî yên li ser xelk û sivîlên Îraqî di rastiyê de ji aliyê Îranê ve bûn.
Loma ducare û çend caran, ez gelekî ji Serokwezîrê nû, xebata wî ya li gel Serok Trump û hatina wî ya ji bo Washingtonê ya ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê û nehiştina bandora Îranê bi hêvî me, çimkî ev bandor gelekî neyînî ye û li dijî berjewendiyên gelê Îraqê ye. Em dixwazin ku Îraqî xwedî hilbijartinên azad û dadperwer bin. Kurên min li wê derê bûn û bi rastî hezkirineke wan a mezin ji bo gelê Îraqê çêbûye.
Rûdaw: Gelekî spas.


.webp&w=3840&q=75)
