Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, gendeliya darayî salane derbeke giran li aboriya cîhanê dixe.
Tê texmînkirin ku salane li seranserê cîhanê 2,6 trilyon dolar tê dizîn ku ev mêjer bi qasî ji sedî 5ê berhema navxweyî ya cîhanî ye.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku eger mêjera pereyên giştî yên hatine dizîn li gel bertîl û hemû darayiyên neyasayî werin komkirin, mêjera giştî ya gendeliyê li cîhanê salane digihe nêzîkî 3,6 trilyon dolaran.
Rewşa şefafiyetê li cîhanê xerabtir bûye
Li gorî Pêşniyara Cîhanî ya Têgihîştina Gendeliyê ya sala 2025an a ku Sibata 2026an ji aliyê Rêxistina Şefafiyeta Navneteweyî ve hat weşandin, rewşa şefafiyetê li cîhanê ber bi xerabbûnê ve çûye.
Navîniya puanên cîhanî ji 100î daketiye 42yan ku ev di 10 salên dawî de asta herî nizm e.
Rapor amaje bi têkçûna welatan a berfireh dike.
Ji sisêyan didoyên welatan (ji 180 welatan 122 welat) di binê 50 puanî de sitandiye.
Ev yek nîşan dide ku piraniya welatan di kontrolkirina gendeliyê de bi bin ketine.
Li welatên demokratîk jî bipaşketin heye
Yek ji xalên girîng ên rapora sala 2025an ew e ku gendelî li wan welatên demokratîk ên ku berê wekî welatên "parastî" dihatin dîtin jî zêde bûye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di dîroka xwe de puana herî nizm (64 puan) sitandiye.
Her wiha welatên wekî Brîtanya û Zelandaya Nû jî di asta şefafiyetê de bi paş ve çûne.
Sînordarkirina azadiyan gendeliyê geş dike
Rêxistin sedema vê daketinê bi kêmbûna azadiyên sivîl ve girê dide.
Ji ber ku gelek hikûmetan dest bi sînordarkirina karên rojnamegeran, rêxistinên nefermî û wan kesên ku gendeliyan eşkere dikin kiriye.
Vê yekê wiha kiriye ku lêpirsîn kêm bibe û gendelî geş bibe.
Sala 2025an pêleke mezin a xwenîşandanan a li dijî gendeliyê piraniya wan welatan girt ku di rêzên dawî yên pêşniyarê de bûn.
Piraniya wan xwenîşandanan ji aliyê "Nifşê Z"yê (Generation Z) ve hatin birêvebirin û ciwanan ji serkirdeyan daxwaza reformên rast û jidil kir.

.jpg&w=3840&q=75)

