Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Meclisa Niştimanî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez ragihand ku di encama du erdhejên bihêz ên li welêt de hejmara miriyan gihîştiye 1,450 kesan.
Jorge Rodriguez di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bêhtirî 3,150 kesan birîndar bûne û 12,721 kes ji ber erdhejê ji cih û warên xwe bûne an jî bandoreke xerab li jiyana wan bûye.
Her wiha li herêmên erdhejê 774 avahî bi temamî rûxiyane.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin
Rodriguez anî zimên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û ragihand ku zêdetirî 25,000 karmendên rizgarkirinê, leşker, polîs, tîmên parastinê yên sivîl, Heyva Sor û saziyên din ji bo rizgarkirina jiyana mirovan dixebitin.
Serokê Meclisa Niştimanî ya Venezuelayê destnîşan kir ku 2,624 xebatkarên navneteweyî yên rizgarkirinê di xebatan de alîkariyê didin û di van hewldanan de 137 kûçikên perwerdekirî û 49 wesayîtên piştgiriyê tên bikaranîn.
Rodriguez roja şemiyê ragihandibû ku 1,430 kes mirine û 3,238 kes jî birîndar bûne.
Du erdhejên li pey hev
Li gorî amarên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), li Venezuelayê roja çarşemê bi navbera 39 çirkeyan du erdhejên bi hêza 7,2 û 7,5 pileyan rû da.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku erdheja bi hêza 7,5 pileyan 23 kîlometreyan li başûrrojhilatê Yumareyê ya li eyaleta Yaracuyê çêbûye.
Erdheja din a bi hêza 7,2 pileyan jî 23,9 kîlometreyan li bakurrojhilatê San Felipê ya li eyaleta Yaracuyê rû daye.

.jpg&w=3840&q=75)

