Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump eşkere kir ku 12 milyar dolarên Îranê yên ku hatine ragirtin dê ji bo kirîna genim û fasûlyeyên soyayê ji cotkarên Amerîkî werin bikaranîn.
Tehranê ev şert red kir û ragihand ku tenê Îran dê biryarê bide ka ew dê wan pereyan çawa bi kar bîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di merasîma îmzekirina biryarnameyeke serokatiyê ya li ser sektora çandiniyê de axivî û diyar kir ku dê bazareke nû ji bo cotkarên Amerîkî vebibe.
Trump îdia kir ku Îran di warê xwirekê de pirsgirêkan dijî û got:
"Em ji bo hinardekirina xwe bazarên nû vedikin.
Li pêşiya me bazareke nû heye, ew jî welatê me yê delal Îran e. Cihekî xweş e.
Em dê pereyên Îranê bistînin û em dê genim, fasûlyeyên soyayê û garis bifiroşin wan.
Ev pêvajo dê di demeke nêzîk de dest pê bike û dê bibe karekî mezin."
Nîqaşa li ser pereyên hatine ragirtin didome
Hefteya borî li Swîsreyê di navbera Washington û Tehranê de peymanek hatibû îmzekirin.
Di çarçoveya wê peymanê de biryar hatibû dayîn ku 12 milyar dolarên Îranê yên hatine ragirtin werin berdan lê belê li ser çawaniya bikaranîna van pereyan di navbera her du aliyan de nakokî derket.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir ku ew fonên werin berdan dê ji bo dabînkirina pêdiviyên xwirekê yên gelê Îranê û piştgirîkirina cotkarên Amerîkî werin bikaranîn.
Trump jî li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew pereyên ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve werin berdan dê di hesabekî parastî yê di bin kontrola Amerîkayê de werin ragirtin.
Trump eşkere kir ku ew fon dê tenê ji bo kirîna xwirek û kel û pelên bijîşkî yên ji Amerîkayê werin bikaranîn û li pey çû, "Bi taybetî dê ji cotkarên me yên mezin genim û fasûlyeyên soyayê werin kirîn."
Îran: Em dê biryarê bidin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî bertekeke tund nîşanî daxuyaniyên Trump da.
Beqayî diyar kir ku ew dê wan pereyan ji bo kirîna her cure kel û pelên ku pêwîstiya Îranê pê heye bi kar bînin û got:
"Îran dê bi awayekî azad biryarê bide ka dê van çavkaniyan çawa bi kar bîne."
Beqayî tekez kir ku ew dê şertên Amerîkayê qebûl nekin û anî ziman:
"Îran di berhemên ku dê bikire de ne li ferzkirinên Washingtonê, li biha û kalîteyê dinêre."
Nûnerê Daîmî yê Îranê yê li Cenevreyê Elî Behreynî jî da zanîn, "Tenê Îran biryarê dide ka dê bi van pereyan çi bike."



.webp&w=3840&q=75)