Hewlêr (Rûdaw) - Xwaringeheke donerê ya li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê biryar da ku ji bo her goleke ku lîstikvanê Kurd Denîz Undav îşev di maça Almanyayê ya li hemberî Ekwadorê de biavêje, donerekê belaş bide mişteriyên xwe.
Xwediyê xwaringehê Elî Ebdî ji Rûdawê re eşkere kir ku niha derdora 100 mişterî li xwaringeha wan amade ne.
Wan ji bo îşev 250-300 kîlo goştê donerê amade kiriye ku piştî gola Undav belaş li ser xelkê dabeş bikin.
Êrişberê tîma neteweyî ya Almanyayê û futbolîstê Kurd Denîz Undav, bi performansa xwe ya di Kupaya Cîhanê ya 2026an de hemû bal kişandine ser xwe.
Undavê 29 salî ku di tîma Stuttgartê de dilîze, di vê Kupaya Cîhanê de wekî lîstikvanê herî golker ê tîma neteweyî ya Almanyayê derket pêş.
Undav di nava 56 xulekên ku di lîstikê de maye de, 3 gol avêtin û 2 asîst kirin.
Ev amar nîşan didin ku Undav di her 19 xulekan de bandorekê li golekê dike.
Bi vê performansê, Undav di lîsteya "scorer" de li gel stêrkên cîhanî Lionel Messi û Erling Haaland di rêza yekem de cih girt.
Kampanyaya "Kebaphaus am Feuersee"
Tîma Almanyayê îşev demjimêr 23:00yan bi dema Hewlêrê li hemberî Ekwadorê dilîze.
Tê pêşbînîkirin ku Denîz Undav di 11 lîstikvanên yekem de be.
Xwaringeha donerê ya bi navê "Kebaphaus am Feuersee" ya li Stuttgartê biryar da ji bo her goleke îşev a Undav donerekê belaş bide.
Xwediyê xwaringehê Elî Ebdî ku ji parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ye li ser vê biryara xwe ji Rûdawê re axivî û ragihand ku wan ji bo Kupaya Cîhanê kampanyayeke taybet daye destpêkirin û got:
"Min û şirîkê xwe me biryar da ku em vê kampanyayê bidin destpêkirin.
Niha cihê me bi temamî tijî bûye.
Derdora 100 kesî li hundir amade ne û li benda gola Denîz Undav in.
Alman û Kurd gelek tên. Ji bo me şanaziyeke mezin e ku lîstikvanekî Kurdê Êzidî di vê astê de nûnertiya me dike."
Xwaringeha "Kebaphaus am Feuersee" sala 2016an hatiye vekirin.
Elî Ebdî her wiha "sira" xwarina Denîz Undav jî eşkere kir.
Undav donera xwe bi awayekî taybet dixwaze ku di nava dikanê de wekî "Undav-Style" tê naskirin.
Ebdî li ser vê yekê got:
"Denîz Undav gelekî ji donera me hez dike. Ew ji tûjiya zêde hez dike.
Goştê golikan dixwe û herî kêm sê kevçî îsota tûj li ser donera xwe zêde dike ku bi temamî sor bibe."
Rekora Gerd Muller li benda Undav e
Denîz Undav bi vê serkeftina xwe nêzîkî rekoreke dîrokî ya futbolê bûye.
Di dîroka Kupaya Cîhanê de ji sala 1966an ve, tenê lîstikvanê navdar Gerd Muller karîbû di 3 lîstikên destpêkê de di her maçê de bi kêmî bandor li ser 2 golan bike.
Eger Undav îşev li hemberî Ekwadorê golekê biavêje yan asîstekê bike, dê navê xwe li gel Muller di dîrokê de binivîse.


.webp&w=3840&q=75)
