Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Amerîkayê ragihand ku mezintirîn destkeftê Lûtkeya Aştiyê ya Lucerneyê ya Swîsreyê, lihevkirina li ser avakirina xeteke leşkerî ya mayînde ya di navbera artêşa Amerîka û Supaya Pasdarên a Îranê de ye.
Kovara Brîtanî UnHerdê hevpeyvîneke taybet a bi Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance re belav kir.
JD Vance di hundirê balafira Air Force Twoyê de dema ku ji dan û standinên bi Îranê re vedigeriya, hûrgiliyên peymana nû eşkere kirin û got:
"Yek ji wan tiştên ku me xwest em bi dest bixin, avakirina kanalekê bi aliyê Îranî re bû ji bo kêmkirina aloziyan.
Wan qebûl kir ku nûnerê Supaya Pasdaran bişînin Dohayê ku li wir bi nûnerê CENTCOMê re bicive û pirsgirêkên li qadê çareser bikin."
Vance li ser şertên Îranê diyar kir:
"Îranî tiştên gelekî ji peymana serdema Obamayê cuda pêşkêş dikin.
Di nav wan de pergaleke kontrolê ya pir tund û jinavbirina hemû uranyuma dewlemendkirî hene.
Ew dixwazin pêwendiyên wan ên bi Amerîka û cîhanê re bi temamî biguherin lê em hîn nizanin em dê li kû derê bigihêjin xaleke hevbeş."
Di civîna çaralî ya di navbera Amerîka, Îran, Pakistan û Qeterê de, dihat çaverêkirin ku Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf destê Vance bigirin lê belê Eraqçî xwe ji silavkirina bi destan dûr xist û Qalîbaf jî li ber kamerayan xuya nekir.
Eniya Libnanê û Îranê bûn yek
Yek ji xalên herî hestyar, girêdana eniya Libnanê bi ya Îranê ve bû.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hewl dabû ku eniya Libnanê ji peymanê cuda bike ku karibe li lêdana Hizbulahê berdewam bike.
Lê belê wekî ku Tehranê dixwest di peymana lihevkirinê de her du enî bi hev ve hatin girêdan.
Vance di dawiya lûtkeyê de got, "Mafê Îsraîl û hemû neteweyên din ên herêmê yê parastina xwe heye."
Alîkarê Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku agirbesta li Libnanê 48 demjimêr in bi awayekî aram didome û anî ziman:
"Rewş ji ya berî 3 hefteyan gelekî baştir e.
Ev pêvajoyeke berdewam e û divê em bibînin ka Tehran dê sozên xwe bike kiryar yan na."
Şerê li Îranê 107 rojan berdewam kir û bû sedema girtina Tengava Hurmizê.
Niha ev pêvajo li ber tespîteke dîplomatîk a 60 rojî ye.
Avakirina kanala pêwendiyê ya di navbera CENTCOM û Supaya Pasdaran a li Dohayê, wekî gava yekem a pratîk a ji bo rêlibergirtina pevçûnan tê dîtin.
.webp&w=3840&q=75)


