Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un eşkere kir ku ew dê kapasîteya nukleerê û parastinê ya welatê xwe zûtir xurt bikin û ji bo bipêşxistina parastina neteweyî dê planên nû û berfireh werin bicihkirin.
Kim Jong Un her wiha îdia kir ku Japonya "veguheriye dewleteke şer" û Amerîka û Koreya Başûr aloziya li Nîvgirava Koreyê zêde dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreyê (KCNA), Civîna Giştî ya Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran a Koreyê di navbera 20-22yê Hezîranê de hat lidarxistin.
Kim Jong Un piştî civînê axivî û destnîşan kir ku helwesta neguher a partî û dewletê ew e ku kapasîteya parastina neteweyî zûtir xurt bikin û tekezî li ser pêwîstiya parastina hêza têkbirina nukleerê kir.
Kim Jong Un diyar kir ku dê di qada parastinê de "planên berfirehtir, nûjentir û wêrektir" bi lez werin bicihkirin.
"Cîhan dibe şahidê pêleke nû ya neteweperestiya tund"
Kim Jong Un di metna axaftinê ya ku KCNAyê belav kiriye de diyar kir ku li cîhanê pêleke nû ya neteweperestiya tund bilind dibe.
Kim Jong Un ji bo vê meylê nêzîkatiya “Berê Amerîka, Siyonîzm, neo-Nazîzma li Ukraynayê û mîlîtarîzma Japonyayê” wekî mînak nîşan dan.
Her wiha wî polîtîkayên şer ên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û hevkariya leşkerî ya Washingtonê ya bi Koreya Başûr re bi tundî rexne kirin.
Ji bo Japonyayê: "Veguheriye dewleteke şer"
Kim Jong Un, Japonya wekî "welatekî têkçûyî yê li Asyayê" pênase kir û îdia kir ku hikûmeta Tokyoyê şert û mercên navneteweyî yên niha wekî derfetekê bi kar tîne ji bo ku xwe ji sînordarkirinên di rêya bûyîna hêzeke leşkerî de rizgar bike û got:
"Japonya şert û mercên acizker ên niha wekî derfetekê dibîne ji bo ku xwe ji hemû sînordarkirinên di rêya bûyîna hêzeke leşkerî de rizgar bike û eşkereî veguheriye dewleteke şer."
Kim her wiha anî ziman ku ev rewş di civaka navneteweyî de dibe sedema dilgiraniyên cidî.
Tohmetbarkirina Amerîka û Koreya Başûr
Kim Jong Un destnîşan kir ku Amerîka û Koreya Başûr bi rahênanên leşkerî yên hevbeş û xebatên sîxuriyê aloziya li Nîvgirava Koreyê xirabtir dikin û îdia kir ku "kiryarên kêfî û bêcudakarî" yên Washingtonê hevpeymanên wê jî ber bi rêyeke xeternak ve dikişînin.
Wî diyar kir ku Koreya Bakur dê li hemberî gefên ewlehiyê yên zêde dibin kapasîteya xwe ya parastinê xurttir bike.



