Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê rawestandina dorpêça li ser petrola Îranê heta 21ê Tebaxa 2026an bi fermî ragihand.
Ev biryar wekî beşek ji sozên peymanê ye ku hefteya borî di navbera Washington û Tehranê de hatibû îmzekirin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê destûreke giştî ya fermî ji bo Îranê derxist.
Ev destûr rê dide ku heta 21ê Tebaxa bê, petrola xav, berhemên petrokîmyayê û petrola wî welatî werin hilberîn, gihandin û firotin.
Li gorî peymana ya hefteya borî ya di navbera her du aliyan de ya ji bo bidawîanîna şer, Amerîkayê biryar da ku dorpêça li ser Îranê rake.
Ev biryar hinardekirina petrola xav a Îranê, berhemên petrolê û jêderên wan, xizmetguzariyên darayî, bank, sîgorta û transferan li xwe digire.
Dan û standin didomin
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent li ser hesabê xwe yê Xê ev mijar nirxand û wiha nivîsî:
"Hevdem li gel dan û standinên berhemdar ên li Swîsreyê ku didomin, Îran pêbendî derbasbûna azad û vekirî ya di Tengava Hurmizê re bûye.
Her wiha Îran rê dide ku pişkinerên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) vegerin wî welatî."
Bessent di berdewamiya daxuyaniya xwe de her wiha nivîsî:
"Wekî beşek ji vê çarçoveyê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê destûreke giştî ya demkî ya 60 rojî derxistiye ku rê dide petrola Îranê were hilberîn, gihandin û firotin."
Welatên di bin cezayan de îstîsna ne
Ev destûra nû rê dide ku petrola Îranê hawirdeyî navxweyî Amerîkayê jî bibe, heke ji bo temamkirina firotin an jî gihandinê pêwîst be.
Li gel vê yekê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere kir ku ev destûra giştgir bi ti awayî wan welatan li xwe nagire ku di bin cezayên giran ên Amerîkayê de ne.
Wekî mînak Koreya Bakur an jî Kuba ji vê destûrê bê par in.
Ev biryara dîrokî di demekê de tê dayîn ku şandeyên teknîk ên Amerîka û Îranê li Swîsreyê di dan û standinan de ne.
Bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê, ev gotûbêj li seyrangeha Burgenstockê ya Swîsreyê tên kirin.
Armanca wan ew e ku bigihîjin peymaneke aştiyê ya dawî û li herêmê şer bi yekcarî bide rawestandin.



.webp&w=3840&q=75)