Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ji Rûdawê re ragihand ku dan û standinên çaverêkirî yên di navbera Amerîka, Îran, Qeter û Pakistanê de hatine bipaşxistin.
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Ew dan û standinên plankirî yên ku biryar bû di navbera Amerîka, Îran, Qeter û Pakistanê de werin lidarxistin, hatine bipaşxistin.
Swîsre her tim ji bo hêsankirina van dan û standinan amade ye û amadehiyên pêwendîdar ên li herêma Burgenstockê didomin."
Wezaretê her wiha diyar kir ku di vê demê de nikarin ti zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê belav bikin.
Betalkirina serdana Vance
Ev daxuyaniya fermî ya Swîsreyê piştî çend demjimêran ji betalkirina serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ya Swîsreyê hat.
Biryar bû di wê serdanê de dan û standinên teknîk ên ji bo bicihanîna peymana lihevtêgihîştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de dest pê bikin.
Armanca wê peymanê bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn e.
Rêkarên lojîstîkî
Berê Koşka Spî ragihandibû ku serdana şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê ji ber aloziya rêkarên lojîstîkî yên taybet bi pêvajoya dan û standinan hatiye bipaşxistin.
Berdevkekî Koşka Spî li ser pêşhatên dawî yên peymana di navbera Washington û Tehranê de daxuyanî da û anî ziman:
"Planên taybet bi dan û standinên teknîk ên paşerojê hîn bi dawî nebûne lê belê şandeya Amerîkayê amade ye di derfeta yekem a guncav de bi rê bikeve."
Wî berdevkî tekez kir ku rêkarên lojîstîkî yên van cure dan û standinan ti carî sade yan jî pêşbînîkirî nebûne.
Heta niha dema nû ya destpêkirina civînên çaralî nehatiye diyarkirin.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)