Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Awistralyayê razî bû ku 20 milyon dolarî wekî tazmînat bide bi dehan penaberên ku beriya 20 salan li navendeke dûredest a girtinê hatibûn ragirtin.
Rêxistina Refugee Action Coalitionê bangî hikûmetê kir ku penaberê Kurd Hatem Yekta ji bo tedawiyê veguhêzin.
Navenda girtinê ya Woomerayê sala 1999an li çola başûrê Awistralyayê hat vekirin.
Di nava 6 mehên yekem de nêzîkî hezar û 500 kes lê hatin bicihkirin ku piraniya wan xelkê Îraq û Afganistanê bûn.
Ji sê parên girtiyan parek zarok bûn û saziyên mafên mirovan ji ber nêzîkatiyên tund ên Awistralyayê yên li beramberî penaberan ew welat şermezar kiribû.
Penaberan bi dirûtina lêvên xwe û greva birçîbûnê xwenîşandan kiribû û hewl dabû birevin.
Ew navend sala 2003yan hat girtin.
Biryara Dadgehê
Hefteya borî Dadgeha Bilind a Awistralyayê biryar da ku eger girtina penaberan neyasayî be, hikûmet nikare xwe ji daxwaza tazmînatê bidize.
Şirketa hiqûqî ya Shine Lawyersê ragihand ku hikûmeta Awistralyayê razî bûye doza 38 penaberên berê çareser bike.
Ew penaber dibêjin dema ku li navendên Woomera û Bakhterê girtî bûn zerereke mezin gihîştiye wan.
Nicholas Kechinê ji şirketa Shine Lawyersê got:
"Îro rojeke girîng e lê di heman demê de xemgîn e jî çimkî hinek endamên komê mirin û ev roj nedîtin."
Kechin her wiha anî ziman ku niha Awistralya ji bo piraniya wan bûye mal û wan li vir jiyan û malbat ava kirine lê hîn jî bi bandorên wê qonaxa giran a jiyana xwe dinalin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Awistralyayê diyar kir ku ev mijar li gorî prensîb û rêkarên yasayî hatiye çareserkirin.
Penaberê Kurd Hatem Yekta li ber mirinê ye
Li hêla din, Rêxistina Refugee Action Coalitionê bangî hikûmetê kir ku penaberê Kurd Hatem Yekta ji bo tedawiyê veguhêzin.
Hatem Yektayê 36 salî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ew sala 2013yan şandibûn Girava Manusê ya li Papua Gîneya Nû lê niha rewşa wî ya tenduristî û derûnî gelekî xerab e.
Rêxistinê wêneyekî Hatem belav kiriye ku tê de xuya dibe ku ew gelekî lawaz bûye û li nexweşxaneyeke Port Moresbyê tê parastin.
Berdevkê rêxistinê Ian Rintoul anî ziman:
"Hatem mînakeke diltezîn a rewşa wan 10-12 penaberan e ku ji ber miameleya xerab a li kampa Manusê bi nexweşiyên derûnî ketine."
Hikûmeta Awistralyayê dibêje piştî ku peymana her du welatan sala 2022yan bi dawî bû, Papua Gîneya Nû ji birêvebirina rewşa penaberên li wir berpirsyar e.

.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)