Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya eyaleta Berlînê ya Almanyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, her kesê ku bixwaze welatîbûna Almanyayê wergire, divê pêbendiya xwe ya bi destûra Almanyayê û bihevrejiyana aştiyane îspat bike.
Wezaretê destnîşan kir ku zêdebûna wergirtina welatîbûnê ya bi rêjeya ji sedî 80 ya sala borî tiştekî çaverêkirî bû.
Sedema vê yekê jî avakirina saziyeke nû ya bi navê "Ofîsa Eyaletê ya Koçberan" (LEA) ye ku daxwazan bi pergaleke baştir bi rê ve dibe.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezareta Karên Navxwe ya eyaleta Berlînê doh bersiva Tora Medyayî ya Rûdawê da û ragihand ku kar û barên welatîbûnê ji 1ê Kanûna Paşîn a 2024an ve bi awayekî "navendî" û ji aliyê Ofîsa Eyaletê ya Koçberan a Berlînê (LEA) ve tên birêvebirin.
Bi vî awayî berpirsyariya vê mijarê ji şaredariyên navçeyan hat wergirtin.
Wezareta Karên Navxwe ya eyaleta Berlînê ya Almanyayê da zanîn:
"Ji ber vê veguhastina erkê û baştirkirina rêkarên xebatê, hejmarên sala 2025an li Berlînê li gorî sala 2024an gelekî zêdetir bûn.
Ji ber vê ji nû ve birêxistinê û bi armanca baştirkirina karan, ev zêdebûn dihat çaverêkirin û ne bi awayekî ji nişka ve bû."
Pêbendiya bi destûrê şert e
Rûdawê xwest zanibe ka saziyên wî welatî çawa piştrast dibin ku ew kesên welatîbûnê werdigirin, dê pêbendî destûrê bin.
Wezareta Karên Navxwe ya Berlînê ji Rûdawê re eşkere kir ku divê hemû daxwazkarên welatîbûna Almanyayê bi awayekî "çalak" û di hevpeyvîneke "rasterast" de pêbendî û dilsoziya xwe ya ji bo destûrê nîşan bidin.
Her wiha divê bi taybetî "berpirsyariya dîrokî" ya li beramberî Cihûyan nîşan bidin.
Amarên welatîbûnê
Ofîsa Eyaletê ya Koçberan a Berlînê (LEA) diyar kir ku sala 2025an li Berlînê 39 hezar û 41 kesan welatîbûna Almanyayê wergirtiye.
Ev hejmar li gorî sala 2024an (17 hezar û 230 kes) zêdebûneke berbiçav nîşan dide.
Li gorî heman amaran, herî zêde welatiyên van welatan welatîbûn wergirtiye: Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 7 hezar û 548, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 hezar û 99, Rûsya 3 hezar û 334 û Ukrayna hezar û 786.
LEAyê destnîşan kir ku hejmara welatiyên Amerîkayê yên ku bûne xwedî welatîbûna Almanyayê di salekê de "çar qat" zêde bûye. Ev hejmar ji 283 kesan gihîştiye hezar û 90 kesî.
Li gorî Ofîsa Amaran a Eyaletê, hejmara welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Berlînê bûne welatiyên Almanyayê nêzîkî du qat zêde bûye û gihîştiye hezar û 619 kesan.
Desteya Amaran ragihand ku di heman salê de bi giştî 42 hezar û 517 kesan daxwaza welatîbûna Almanyayê kiriye û daxwaza hezar û 934 kesan hatiye redkirin.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)