Hewlêr (Rûdaw) - Li Slovenyayê sala xwendinê bi dawî bû û rêkarên diyariyên ji bo mamosteyan di dawiya sala xwendinê de tund dibin. Li Slovenyayê xwendekar bi diyariyan spasiya ked û xizmeta mamosteyên xwe dikin lê Komîsyona Dijî Gendeliyê rêkarên dayîna diyariyan tundtir dike. Aleš Kocjan ji Komîsyona Rêlibergirtina Gendeliyê got: “Yasa asta herî bilind a nirxê diyariyan diyar dike. Ji ber vê yekê, divê bi bingehîn karmendek wan diyariyan red bike ku nirxê wan ji 100 euroyî pirtir be.” Li Slovenyayê sîstema perwerdeyê sîstemeke navendî ye û xwendin ji 6 saliyê ve neçarî ye. Têkiliya navbera mamoste, xwendekar û dê û bavan li Slovenyayê gelekî germ e, bi taybetî jî li herêmên gundewarî û derveyî bajaran. Li gorî yasayên dijî gendeliyê, pêwîst e her diyariya ji bo mamosteyan an karmendên sektora giştî ku nirxê wê ji 50 euroyî zêdetir be were qeydkirin. Ji xeynî van, nabe karmend bi ti awayî pere, çekên kirînê, krîptopere yan jî madenên giranbiha wekî diyarî wergirin. Mamosteya Hunerê Nina Kononenko li ser vê mijarê wiha axivî: “Ew bi piranî bi diyariyeke sembolîk û piçûk spasiya xwe nîşan didin. Ji ber ku ez mamosteya hunerê me, ez tercîh dikim ku ew bi xwe tiştekî çêbikin; lewma ez gelek diyariyên karê dest werdigirim ku bê guman ev ji bo min herî giranbiha ne.” Hinek dibistan jî bihayê diyariyan heta 20 euroyan sînordar dikin.