Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dixwaze rasterast bi Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî re biaxive.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser şerê Îranê, paşeroja peymana nukleerê û pêwendiyên bi Tehranê re daxuyaniyên nû dan.
Trump her wiha nîşan da ku ew amade ye bi serkirdayetiya nû ya wî welatî re rasterast biaxive.
Serokê Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala NBCya Amerîkî re da zanîn ku heta niha wî Mucteba Xamineyî nedîtiye û pê re neaxiviye lê got:
"Eger ew bixwaze, ez dixwazim rasterast bi wî re biaxivim."
Trump li ser kurê Xamineyî (Mucteba Xamineyî) wiha axivî:
"Ew ciwantir e û biaqiltir gavan diavêje. Ew hêdî hêdî dibe beşek ji pêvajoya peymanê."
Trump her wiha li ser pirsa cihê mayîna Mucteba Xamineyî, bi rengekî nezelal bersiv da:
"Ez naxwazim bibêjim bê ka ez dizanim ew li kû derê ye yan na lê îhtîmaleke mezin ez dizanim."
"Em dê uranyuma Îranê ji holê rakin"
Trump li ser şiyana nukleerê ya Tehranê jî got, “Bi peymanê be yan bêyî peymanê be, em dê vê yekê çareser bikin. Em dê uranyuma Îranê derxin derve û ji holê rakin."
Serokê Amerîkayê hişyarî da ku eger peymanekê jî îmze bikin, Washington dê yekser pereyên wan ên cemidandî venegerîne û wiha pê de çû:
"Ez dê xaleke nû li peymana xwe zêde bikim, ew jî ev e ku nabe Îran di ti peymanekê de fêlbaziyê bike."
"Tenê ji sedî 21ê mûşekên wan mane"
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku Îran ji ber êrişan seqet bûye û tenê nêzîkî ji sedî 21ê wan mûşekên beriya şer di destê wan de mane.
Trump anî zimên ku Îranî gelekî bihêz in û bi xwe serbilind in got:
"Ev şer ji bo me ne şerekî mezin e û di dawiyê de Amerîkayî dê bêhna xwe vedin."
"Hêzên me venakişin"
Trump destpêkirina dan û standinên fermî bi guhertina tevgera Tehranê ve girê da û got:
"Yek ji astengiyên gihîştina aştiyê, tevgerên Tehranê yên li hemberî me ne. Eger tevgerên baş nîşan bidin û karên baş bikin, em dê dest bi axaftinê bikin."
Trump di dawiyê de destnîşan kir ku eger agirbestek jî bê ragihandin, ew hêzên Amerîkayê ji herêmê venakişînin.
Trump anî zimên ku dê hêzên Amerîkayê li herêmê bimînin heta ku digihîjin peymana dawî ya bi Îranê re.



