Hewlêr (Rûdaw) - Li Konseya Ewropayê li ser bandorên neyînî yên torên civakî yên li ser tenduristiya zarokan rûniştinek hat lidarxistin.
Bi hevkariya Komîteya Rêberiya Mafên Zarokan (CDENF) û Komîteya Mafên Mirovan a Qadên Biotib û Tenduristiyê de (CDBIO) rûniştinek pêk hat.
Rûniştina li ser rîskên ku torên civakî ji bo zarokan çêdike, di bin çavdêriya Monakoya seroka serdemê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de hat lidarxistin.
Zêdetirî 130 pispor û çêkerên polîtîkayan beşdarî rûniştinê bûn.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Alain Berset di rûniştinê de axivî û anî ziman ku nîqaşên li ser gihîştina zarokan a torên civakî, li ser hilbijartina di navbera mafên zarokan û ewlehiyê de dizivirin.
Ji ber bandorên neyînî yên bikaranîna torên civakî yên li ser tenduristiya aqil û derûniya zarokan, hikûmet tedbîrên cuda distînin.
Her wiha hewl didin ku li Ewropayê di vî warî de gav werin avêtin.
Alain Berset li ser vê mijarê diyar kir:
"Tenduristiya aqil a zarokên me ne tenê mijareke din a tenduristiya giştî ye.
Ev yek di heman demê de meseleya tenduristiya demokrasiya civakan e jî."
Zarok rastî naverokên ziyandar tên
Li gorî lêkolînên dawî yên Rêxistina Hevkariya Aborî û Bipêşveçûnê (OECD), ji sedî 66ê keçên 15 salî rojên xebatê rojê zêdetirî 3 demjimêran dema xwe li ser torên civakî derbas dikin.
Ev rêje di nav kurên 15 salî de jî ji sedî 61 e.
Tê destnîşankirin ku ji nîvî zêdetirî vê komê rastî naverokên ziyandar tên.
Amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) nîşan didin ku li Ewropayê ji 7 zarokan zarokek pirsgirêkên tenduristiya derûnî dijî.
Her wiha tê dîtin ku di ji sedî 11ê ciwanên ku torên civakî bi kar tînin de nîşaneyên wekî girêdayîbûnê zêde dibin.
.webp&w=3840&q=75)


