Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên welatên cîhanê ji bo beşdarbûna 31emîn Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ji 9ê heta 20ê vê mehê li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê dicivin.
Piştî ku lûtkeya Brezîlyayê ya derbarê sotemeniyên fosîl bêencam ma, niha bala cîhanê li ser lûtkeya li Tirkiyeyê ye.
Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum ragihand ku dê girîngiya sereke ya lûtkeyê li ser rola elektrîkê ya di dabînkirina enerjiya cîhanê de be.
"Pêwîstiya me bi planên wêrektir heye"
Birêvebirê Siyaset û Pêwendiyan ê li Zanîngeha Aboriyê ya Londonê Bob Ward bal kişand ser rewşa germbûna cîhanê û got:
"Ev lûtke piştî rapora Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ya destpêka îsal, yekem civîn e.
Di wê raporê de hatibû destnîşankirin ku êdî ne pêkan e germbûna cîhanê di asta 1.5 pileyî de were rawestandin, ji ber wê divê welat bi planên wêrektir bikevin nav liv û tevgerê."
Bandorên herî berbiçav ên diyardeya guherîna avhewayê bi helîna cemedan, bilindbûna asta ava deryayan, hişkesalî, bahoz û lehiyên wêranker derdikevin holê.
Beşek ji wan welatên ku li eniya pêş a mexdûrên avhewayê ne, ew welat in ku herî kêm gazên bi zerer berdane hewayê.
Welatên wekî Tûvalû, Maldîv û Vanûatû her wiha welatên mîna Bangladeş, Çad, Somalî û Nepalê ji ber lehî û hişkesaliyên berdewam neçarî koçberiyê dibin.
Kêmasiya fonên tezmînatê
Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya welatên hejar "Hesabê Ziyan û Tezmînatê" ava kiriye lê heta niha ji aliyê bexşkarên navneteweyî ve tenê derdora 700 milyon dolarî hatiye dabînkirin.
Ev hejmar di nav 400 milyar dolarên ku salane ji bo vî warî pêwîst in de mîna dilopekê ye.
Bob Ward li ser lihevkirina welatan wiha pê de çû:
"Di vê serdemê de pir zehmet e ku welat li ser mijarekê li hev bikin. Ji ber vê yekê, çi qas hêdî be jî her gava ku ber bi pêş ve tê avêtin nîşan dide ku hemû welat bi giranî û metirsiya rewşê hesiyane."
Asta gazên serayê li jor e
Li gorî Rêxistina Avhewanasiyê ya Cîhanê (WMO), rêjeya gazên dîoksîda karbonê, metan û oksîda nîtrozê gihîştiye asteke pir bilind.
Wekî mînak, Gulana 2026an rêjeya dîoksîda karbonê di milyonek parçeyî de ji 428 parçeyan derbas bûye ku ev yek li gorî serdema beriya pîşesaziyê ji sedî 50 zêdetir e.



