Enqere (Rûdaw) - Endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê 2 û 3ê vê mehê li Enqereyê çalakiyekê dikin.
Dayîkên Aştiyê li parka Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û bi wê daxuyaniyê bernameya xwe eşkere kir.
Li gorî bernameyê, Dayîkên Aştiyê dê şevekê çalakiya rûniştinê bikin û her wiha ew dê roja sêşemê li parlamentoyê beşdarî komcivîna DEM Partiyê bibin.
300 dayîk gihîştin Enqereyê
Ji 37 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 300 endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê gihîştin Enqereyê.
Armanca wan ew e ku peyama aştiyê bigihînin.
Guler Sevîntek yek ji wan dayîkan e.
Birayek û birazayekî wê di nav PKKyê de canê xwe ji dest daye û birayekî wê jî hîn gerîla ye.
Ew jî wekî dayîkên din daxwaza aştiyê dike.
"Em destê xwe dirêjî aştiyê dikin"
Dayîka Aştiyê Guler Sevîntekê got, "Em dayîk hemû xwedî çîrok in. Birayek û birazayekî min şehîd in. Birayekî min şervan e.
Dayîkan êşên giran dîtine lê dîsa jî dayîk aştiyê dixwazin. Dayîk wekî ku êş nedîtibin destê xwe dirêjî aştiyê dikin."
Dayîkên Aştiyê dê li Enqereyê şevekê çalakiya rûniştinê bikin. Ew dê li parlamentoyê jî bi aliyên siyasî re bicivin.
Daxwaza wan ew e ku pêvajo bi lez bibe.
Her wiha ew dixwazin Ocalan bê berdan û gavên qanûnî werin avêtin.
"Xelkê me di girtîgehan de pûç bû"
Dayîka Aştiyê Fazîlet Polatê jî axivî û got, "Me gelek kul, êş û keder dîtin. Me zarokên xwe bi êş mezin kirin lê me ew winda kirin. Dîsa jî em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin."
Xelkê me di girtîgehan de pûç bû. Ev 2 sal in çavê me li rê ye. Tê gotin 'pêvajo, pêvajo' lê tiştek nîne û tiştek nayê kirin. Em dixwazin tenê di gotinan de nemîne, di heman demê de tiştek were kirin."
Daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Dadê re
Dayîka Aştiyê Gulbeyaz Mihçiyê jî êşa xwe û daxwazên xwe anîn zimên û got:
"Keça min sala 2010an tevlî PKKyê bû û piştî 2 mehan şehîd ket. Kurê min 10 salan gerîla bû û li Stenbolê hat girtin. Ew 3 salan li Girtîgeha Silivriyê ma. Niha ew anîne Girtîgeha Sîncanê û di hucreya yekkesî de ye."
Gulbeyaz Mihçiyê destnîşan kir ku ew bi salan e aştiyê dixwazin û got: "Piştî 4 mehên din pêvajo dê bigihîje 2 salan lê gaveke cidî nîne. Em dixwazin dewlet ji me re gavekê biavêje."
Dayîkên Aştiyê di heman demê de dixwazin bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re jî bicivin.
Lê heta niha bi awayekî fermî bersiva vê daxwazê nehatiye dayîn.


