Hewlêr (Rûdaw) - NATOyê hûrgiliyên hinek projeyan parve kirin ku ev proje di Foruma Pîşesaziya Parastinê ya li Enqereyê de hatibûn eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniyên NATOyê, di çarçoveya Lûtkeya 36an a Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê de Foruma Pîşesaziya Parastinê li Enqereyê hat lidarxistin.
Di forumê de hat ragihandin ku dê balafira 10emîn a Airbus A330 MRTTyê radestî Hevpeymaniyê were kirin.
Belçîka, Çekya, Danîmarka, Fînlanda, Almanya, Luksemburg, Holenda, Norwec û Swêd dê vê pêngavê bigirin ser xwe.
Berhemên pêngava nû dê li ser bingeha "komkirina di hewzeke hevbeş de û parvekirina mesrefan" bin.
Bi vî awayî tê armanckirin ku bi mesrefekî kêmtir bigihêjin kapasîteyeke hevbeş.
Balafirên nû yên çavdêriyê
Di projeya kirîna 10 balafirên GlobalEyeyê de jî çend welat dê bi hev re bixebitin.
Ev balafir ji aliyê şirketa Swêdî Saabê ve tên hilberîn û dê wekî balafirên Hişyariya Pêşwext û Kontrolê werin bikaranîn.
Welatên ku dê di vê projeyê de cih bigirin Belçîka, Kanada, Danîmarka, Almanya, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Holenda, Norwec, Romanya û Swêd in.
NATO dixwaze fîloya xwe ya Îstixbarat, Çavdêrî û Keşfê (ISR) xurt bike.
Ji bo vê yekê dê dronên cureyê MQ-4C Triton bikire ku ev balafir ji aliyê şirketa Amerîkî Northrop Grummanê ve tên hilberîn.
Danîmarka, Fînlanda, Almanya û Norwec dê di vê projeyê de cih bigirin.
Dronên nû dê tevlî fîloya NATOyê ya li Baregeha Asmanî ya Sigonellayê ya li Îtalyayê bibin.
Di çarçoveya vê projeyê de şirketa Northrop Grummanê dê dronan hilberîne.
Şirketa Airbusê û şirketên din ên Ewropî jî dê "beşa kontrola bejayî, xizmetên birêvebirina amaran, sîstemên ferman û kontrolê, binesazî û çareseriyên piştgiriya erkan" dabîn bikin.
Projeya peykan û cebilxaneya nû
Projeyeke din a ku di Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de hat eşkerekirin projeya "HALO"yê ye.
Bi vê projeyê re dê girêdana peykên leşkerî yên di bin kontrola neteweyî ya welatên hevpeyman de were xurtkirin.
Ev sîstem dê li nav avahiya "koma peykan a mezin" a li ser bingeha torê werin bicihkirin û ev proje bi beşdariya 8 welatên hevpeyman dest pê kir.
Projeyeke din jî li ser diyarkirina parametreyên cebilxaneya topan a 155 mîlîmetreyî ya nû ya di standarta NATOyê de ye.
Navê vê projeyê "Cebilxaneya Avêtina Nerasterast a Bi Armanca Giştî ya NATOyê" ye.
Tirkiye, Kanada, Çekya, Danîmarka, Fînlanda, Yunanistan, Norwec, Slovakya û Swêd dê di vê projeyê de bi hev re bixebitin.
Bi vê projeyê tê armanckirin ku pêvajoyên hilberînê bileztir bibin û astengiyên ji ber dabînkirin û lihevkirinê ji holê rabin.
Projeyeke din jî ji bo dabînkirin, depokirin, veguhastin û birêvebirina madeyên xav ên ku di parastinê de xwedî giringiyeke krîtîk in hat ragihandin.
Di vê projeyê de ji bilî Tirkiyeyê, Belçîka, Kanada, Danîmarka, Fînlanda, Yunanistan, Îtalya, Luksemburg, Holenda, Norwec, Spanya û Swêd jî cih digirin.
Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku li qada parastinê berxwedêriya dabînkirinê were xurtkirin.



