Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çorluyê ya parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê, di qata şeşan a apartmanekê de teqînek çêbû û 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li taxa Hidiragaliyê di qata dawî ya avahiyeke 6 qatî de çêbû.
Tê texmînkirin ku teqîn ji ber gaza xwezayî pêk hatiye.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, polîs û agirvemirandinê bi lez çûn cihê bûyerê û li derdorê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Di dema teqînê de, welatiyê bi navê Caner Merîç (34) ji qata şeşan ket û li cihê bûyerê mir.
Her wiha welatiyê ji Sûriyeyê Mihemed El Huseyînê ku bi birîndarî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê, tevî hemû hewldanên bijîşkan jî rizgar nebû û ew jî mir.
Hat zanîn ku birîndar jî ji bo kontrolê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ne û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Ji ber hêza teqînê, zerereke mezin gihîşt xanî û dîwarên derve yên avahiyê.
Parçeyên ku ji jor hatin, bi ser 3 wesayîtên parkkirî de ketin û zerereke zêde gihîşt wan.
Qaymeqamê Çorluyê Niyazî Erten li cihê bûyerê lêkolîn kir û daxuyaniyek da.
Erten diyar kir ku li gorî îhtimalan teqîn ji ber gazê ye û rewş niha di bin kontrolê de ye û destnîşan kir ku li avahiyê tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst hatine wergirtin.
Her wiha da zanîn ku ji bo şêniyên apartmanê jî cihê mayînê hatiye dabînkirin.



.jpg&w=3840&q=75)