Stenbol (Rûdaw) - Komedyen Denîz Goktaşê ku ji ber stand-upa xwe hefteyek bû di rojeva Tirkiyeyê de bû, piştî vegera ji derveyî welat li Stenbolê hat girtin.
Dadgehê bi hinceta du tohmetên cuda biryara girtina Goktaş da û ew şand girtîgehê.
Tohmetên li ser Goktaş
Goktaş piştî nimayîşa xwe ya bi navê “Olu Denîz” li seranserî Tirkiyeyê bûbû rojeva sereke.
Dadgehê bi tohmeta ku "heqaret li Serokkomar kiriye" û "nirxên olî bin pê kirine" biryara girtina wî da.
Goktaş bi taybetî piştî stand-upa xwe ya li Harbiyeyê gelekî hatibû axaftin û Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê nameyek ji bo wî şandibû.
"Tiştê herî biçûk dibe armanc"
Parlamenterê EMEPê Îskender Bayhan li ser girtina komedyen diyar kir ku li Tirkiyeyê zeman guheriye û got:
“Em li Tirkiyeyê êdî di zemanekî wiha de ne ku dema tu tiştê herî biçûk bi şêweya herî xweş jî bînî zimên, tu dibî armanc.
Ji ber wê ez li gorî tecrubeya xwe dikarim bibêjim ku yên ku vê yekê dikin, diyar e dawiya xwe di neynikê de dibînin.”
Li balafirgehê hat desteserkirin
Denîz Goktaş yek ji wan komedyenan e ku demên dawî eleqeyeke zêde li ser wî hebû. Stand-upa wî ya dawî ji aliyê bi milyonan kesan ve hatibû temaşekirin.
Goktaş di nîşandana xwe ya polîtîk de bi zimanekî mîzahî rexne li hemû derdorên siyasî digirtin.
Goktaş dema ku ji Ewropayê vegeriya, li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.
"Ew çalakiyeke polîtîk e"
Hevalê Denîz Goktaş, Bariş Atay jî li ser girtina wî anî zimên:
“Denîz tiştê ku diviyabû bikira kir. Ew çalakiyeke polîtîk e lê belê eger tevî ku ev pergal her tim îfşa dibe û em li hemberî wê hêrs nabin, divê em li xwe vegerin.
Em dizanin ku desthilat çi ye lê divê em wê yekê zelal bikin bê ka em çi dikin.”
Piştgiriya li ber dadgehê
Piştî ku Goktaş sewqî dadgehê hat kirin, hejmareke zêde ya piştgirên partiyên siyasî li ber dadgehê kom bûn.
Her wiha ji gelek partiyan gelek parlamenter jî li dadgehê amade bûn.
Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî bi heman sedemê li dadgehê bû.
Dadgehê rexneyên mîzahî yên Goktaş wekî heqareta li hemberî Serokkomar û nirxên olî nirxand û biryara girtinê da.
Goktaş niha di girtîgehê de ye.

.jpg&w=3840&q=75)

