Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê bertek nîşanî daxuyaniyên Îsraîlê yên li ser civaka Durziyan a li Siwêdayê da û ragihand ku Durzî “parçeyekî jihevveneqetiyayî” yê Sûriyeyê ne.
Desthilata Şamê Îsraîl bi destwerdana di karên navxwe yên welêt de û zêdekirina nearamiya li Sûriyeyê tohmetbar kir.
Di daxuyaniya ku di ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) de hat belavkirin de hat gotin ku Îsraîlê Tîrmeha 2025an di dema rûdanên li Siwêdayê de piştgirî daye komeke çekdar da ku aramiya civakî têk bibe.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîl bi vê rêyê hewl dide Sûriyeyê bikişîne nav pevçûneke berfirehtir.
Hikûmeta Sûriyeyê bangî Îsraîlê kir ku dawî li destwerdana di karên navxwe yên welêt de bîne û pêbendî Peymana Veqetandina Hêzan a 1974an be.
Her wiha Şamê eşkere kir ku ji bo vegerandina Siwêdayê ya nav sîstema dewleta Sûriyeyê xebatên li gel Amerîka û Urdinê didomin.
Netanyahu: Min bi Şer re hevdîtin kir
Ev daxuyaniya Sûriyeyê piştî axaftina heman rojê ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hat.
Netanyahu di axaftina xwe ya li ber alîgirên xwe yên Durzî de got ku wî bi rêya telefonê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re hevdîtinek pêk aniye û piştî vê hevdîtinê rûdanên bixwîn ên li Siwêdayê rawestiyane.
Netanyahu diyar kir ku Îsraîl dê ji bo parastina Durziyên li Sûriyeyê gavên pêwîst biavêje û got:
"Ji bo parastina birayên xwe ez ê çi ji destê min bê bikim."
Netanyahu her wiha anî zimên ku li ser vê mijarê hîn gavên din ên ku divê bên avêtin jî hene.
Êrişa li ser Şamê
Artêşa Îsraîlê Tîrmeha 2025an li Şamê Qesra Serokkomariyê û avahiyên Wezareta Parastinê bombebaran kiribûn.
Wezîrê Parastinê Îsraîlê Israel Katz ragihandibû ku ev êriş bi armanca parastina Durziyên li başûrê Sûriyeyê hatine kirin.
Wê demê herêmên Durziyan ên li Siwêdayê rastî êrişên komên çekdar ên Bedewî hatibûn.


