Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li parêzgeha Helebê ji bo dersa Kurdî bi awayekî fermî du serperiştên (mifetiş) pispor erkdar kirin.
Ev gav wekî gaveke nû ya hikûmeta Sûriyeyê ya di warê perwerdeya bi zimanê Kurdî de tê nirxandin.
Li gorî nivîsa fermî ya 8ê Çiriya Pêşîn a 2026an ku bi îmzeya Birêvebirê Giştî yê Bipêşxistina Bernameyên Perwerdeyê yê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê Îsmetulah Remezan derketiye, Menan Nasir Cefer û Ebdulselam Husên Husên dê li Birêvebiriya Perwerdeyê ya Helebê wekî serperiştên pispor ên dersa Kurdî bixebitin.
Cara yekem e li Sûriyeyê tê kirin
Di nivîsê de hat diyarkirin ku piştî pêşbirka hilbijartina mamosteyên Kurdî, dabeşkirina mamosteyan a li dibistanan û hevpeyvîn û nirxandina ji aliyê komîteya pispor ve, ev her du kes hatine diyarkirin.
Hat ragihandin ku her du kes karmendên Birêvebiriya Perwerdeyê ya Helebê ne û ji bo kar û barên mifetîşiya dersa Kurdî hatine erkdarkirin.
Bi vê biryarê re, di dîroka Sûriyeyê de cara yekem e ku bi awayekî fermî ji bo dersa Kurdî serperiştên pispor tên tayînkirin.
Hevdîtina li gel Mezlûm Ebdî
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdurehman 2yê Çiriya Pêşîn li gel Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî civiyabû.
Di civînê de mijarên perwerdeya beriya zanîngehê ya li Rojavayê Kurdistanê hatibûn gotûbêjkirin.
Her wiha dabînkirina pirtûkên dersên Kurdî, tayînkirina mamosteyên ku dê di vî warî de bixebitin û temamkirina dosyeyên entegrasyona sektora perwerdeyê hatibûn nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Sûriyeyê, Alîkarê Wezîr Yûsif Enan jî beşdarî hevdîtina Wezîr Ebdurehman û Mezlûm Ebdî bûbû.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojeva sereke ya civînê mekanîzmayên bicihanîna Biryara Serokkomariyê ya hejmar bi 13an a sala 2026an û fermanên pêkanînê yên têkildarî wê bûn.
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku bi taybetî li ser peydakirina pirtûkên dersan ên bi Kurdî, peydakirina mamosteyan û temamkirina dosyeyên entegrekirina qada perwerdeyê hatiye rawestîn.


