Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cermanayê ya parezgeha Şamê di êrişeke bi çekan de 2 endamên Hêzên Asayîşa Navxwe ya Sûriyeyê hatin kuştin û 4 endam jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ewlehiyê dane ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê li Cermanayê êrişî du dewriyeyên ewlehiyê hatiye kirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku welatiyekî li navenda polîsan li ser kurê xwe gilî tomar kiriye.
Li ser biryara Dozgeriya Giştî dewriyeyek ji bo girtina wî çûye cihê bûyerê lê kurê wî gule li endamên dewriyeyê reşandine û 2 kes birîndar bûne.
Her wiha hat zanîn ku dewriyeyê hêzên piştgir xwestine lê hêzên piştgir jî rastî gulebarana heman kesî hatine.
Di encama gulebaranê de 2 endam hatine kuştin û 2 endam jî birîndar bûne.
Çavkaniyê ewlehiyê da zanîn ku êrişkar di bûyerê de hatiye kuştin û bi vî awayî dawî li pevçûnê hatiye.


