Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku vegera koçberên Sûriyeyê ya ji kampan ber bi cih û warên wan ve bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Lê ev yek zextê li xizmetguzariyên wan deveran dike ku xelk lê vedigerin.
OCHAyê di raporeke nû de diyar kir ku tenê di mehên tîrmeh û tebaxê de nêzîkî 39 hezar koçber ji kampan derketine.
Bi vê yekê jî heta niha 130 navend û kampên koçberan hatine valakirin û girtin.
Hejmara koçberan daketiye 773 hezar kesî
Li gorî raporê, ji ber zêdebûna tevgera vegerê hejmara koçberên li kampên Sûriyeyê ji 2,2 milyon kesî daketiye nêzîkî 773 hezar kesî.
Neteweyên Yekbûyî (NY) amaje bi wê yekê dike ku li hinek deveran xebatên nûjenkirina jêrxanê yên wekî torên av û elektrîkê, dibistan, nexweşxane û vejandina çandiniyê dest pê kirine.
Plana "Sûriyeyeke bê kamp"
Tevî vê yekê jî OCHAyê tekez kir ku ji bo vegera xelkê bi rûmet û mayînde be, pêwîstî bi piştgiriyeke zêdetir û xizmetguzariyên bingehîn heye.
Ev bipêşketin di çarçoveya hewlên ji bo bicihanîna plana "Sûriyeyeke bê kamp" de pêk tên da ku hemû koçber bi dilxwazî vegerin ser mal û warên xwe.



