Hewlêr (Rûdaw) - Îsal di deriyên sînor ên El-Selame û Cideydet Yabûsê re zêdetirî 3,2 milyon kesan derbasî Sûriyeyê bûn.
Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya Sûriyeyê amarên liv û tevgera deriyên sînor ên El-Selameyê (li ser sînorê Tirkiyeyê) û Cideydet Yabûsê (li ser sînorê Libnanê) yên heşt mehên ewil ên îsal eşkere kirin.
Li gorî amaran, ji destpêka salê heta dawiya tebaxê li her du deriyan di çûn û hatina geştyaran û barhilgiran de tevgereke berbiçav çêbûye.
Deriyê Sînor ê Selameyê
Li gorî daxuyaniyê, di nava 8 mehan de li Deriyê Sînor ê Selameyê yê li ser sînorê Tirkiyeyê, ji her du aliyan ve 46 hezar û 480 barhilgirên bazirganiyê derbas bûne.
Van barhilgiran zêdetirî milyonek û 77 hezar ton kel û pel hilgirtibûn.
Di warê çûn û hatina rêwiyan de jî zêdetirî milyonek û 233 hezar kesan di derî re derbas bûne.
Her wiha zêdetirî 73 hezar welatiyên Sûriyeyî jî di vî derî re bi daxwaza xwe vegeriyane ser axa xwe.
Deriyê Sînor ê Cideydet Yabûsê
Li aliyê din, li Deriyê Sînorî yê Cideydet Yabûsê yê li ser sînorê Libnanê, ji her du aliyan ve 31 hezar û 189 barhilgirên bazirganiyê derbas bûne ku 528 hezar û 329 ton kel û pel veguhastine.
Di tevgera rêwiyan de jî hejmara kesên derbasbûyî ji milyonek û 246 hezar kesî derbas bûye.
Di heman demê de 46 hezar û 485 welatiyên Sûriyeyî jî vegeriyane welatê xwe.
Desteya navborî da zanîn ku ew bi rêya hêsankirina rêkarên gumrikê û nûjenkirina binesaziya deriyên sînor hewl didin liv û tevgera bazirganî û geştyariyê ya di navbera Sûriye û welatên cîran de bi pêş bixin.



