Şam (Rûdaw) - Malbata Dêrkiyan ku Kurdên Sûriyeyê ne, ji ber nebûna belgeyên fermî ji mafê welatîbûnê bêpar ma.
Komîteya wergirtina mafê welatîbûnê dosyeya vê malbatê red kir û ew wekî "Kurdên Tirkiyeyê" hesibandin.
Zarok nikarin bixwînin
Ji ber vê rewşê zarokên malbatê nikarin xwendina xwe bi dawî bikin.
Ew piştî pola 6an ji dibistanê tên derxistin.
Her wiha ew nikarin ti milk, mal, otomobîl an jî xeta telefonê bi navê xwe tomar bikin.
Elî Dêrkî: Em Sûriyeyî ne
Elî Dêrkî Kurdekî Şamê ye û ji malbata Dêrkî ye.
Malbata wan malbateke mezin a taxa Rukin Dînê ye.
Di dema hevdîtina wî ya bi komîteya wergirtina mafê welatîbûnê re de dosyeya wî bi hinceta nebûna belgeyan hat redkirin.
Elî Dêrkî li ser mijarê axivî û got:
"Em wekî Kurdên Tirkiyeyê hatin hesibandin. Em Kurdên Sûriyeyê ne û malbata Dêrkî ya taxa Rukin Dînê ne."
Elî Dêrkî da zanîn ku xizmên wan ên ji aliyê dayîka wî ve ji Deraayê ne û dayîka wî bi xwe jî ji Deraayê ye.
Elî Dêrkî bangî Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê kir û got, "Em bangî Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê dikin ku bi ciddî li ser doza me bisekine."
Dêrkî anî zimên ku ew naxwazin tevahiya jiyana xwe bê nasname derbas bikin û got, "Em Sûriyeyî ne."
"Em ji bav û kalên xwe ve Kurd in"
Emced Dêrkî û du birayên wî jî li parêzgeha Deraayê dijîn.
Dosyeya wan jî bi heman hincetê hat redkirin.
Emced Dêrkî li ser zehmetiyên xwe ev tişt anîn zimên:
"Gava ku em otomobîlekê, xeteke telefonê yan jî parçeyek erd dikirin, divê em wan li ser navê kesên din qeyd bikin.
Ev rewş dê heta kengî bidome? Em ji bav û kalên xwe ve Kurd in."
Sedema redkirinê çi ye?
Ji bo şopandina sedema redkirina dosyeya malbata Dêrkiyan Rûdawê berê xwe da Birêvebiriya Kar û Barên Sivîlan a li Şamê.
Endama Komîteya Tomarkirinê ya li Şamê Texrîd Herîrî da zanîn ku wan belgeyên pêwîst pêşkêş nekirine û got:
"Me daxwaza nêzîkî 9 malbatan red kir çimkî belgeyên wan tunebûn ku îsbat bikin ew Kurdên Sûriyeyê ne."
Herîrî diyar kir ku 4 malbat jî ji ber ku welatîbûna wan a Tirkiyeyê hebû hatine redkirin.
Mafê îtîrazê heye
Birêvebirê Birêvebiriya Yasadanînê yê Wezareta Dadê ya Sûriyeyê Dadwer Saad Şêx li ser mijarê daxuyaniyek da.
Saad Şêx anî zimên ku mafê van malbatan heye ku îtîraz bikin û got:
"Mafê her kesî heye ku li dijî wê redkirinê derkeve û bi hemû delîlên li ber destan îdiaya xwe piştrast bike."
Dadwer Saad Şêx da zanîn ku redkirina di qonaxa destpêkê de nayê wê wateyê ku ew bi temamî ji mafê welatîbûnê bêpar mane û wî tekez kir, "Welatîbûn mafekî rewa yê vî miletî ye."
Nêzîkî 300 hezar Kurd bê nasname ne
Li seranserê Sûriyeyê 5 navendên pêşwaziya Kurdên bê nasname (mektûm) hatine vekirin.
Tê texmînkirin ku li Sûriyeyê nêzîkî 300 hezar Kurdên bê nasname hene.
Li navenda Şamê û di qonaxa duyem de, 176 malbat û 17 kes hatine pêşwazîkirin.
Di vê qonaxê de dosyeya 9 malbatan hat redkirin.


