Hewlêr (Rûdaw) - Piştî navbereke nêzîkî 15 salan, di navbera Almanya û Sûriyeyê de geşta ewil a asmanî ya rasterast hat kirin.
Li gorî daxuyaniya şirketa Leavê balafira cureyê Airbus A320-200 ji Balafirgeha Dusseldorfê ber bi Şama paytexta Sûriyeyê ve bi rê ketiye.
Şirketê diyar kir ku ev piştî nêzîkî 15 salan geşta ewil a rasterast e ku ji Almanyayê ber bi Sûriyeyê ve tê kirin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Kathrin Deschauerê li Berlîna paytexta Almanyayê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku peymana veguhastina asmanî ya Almanya û Sûriyeyê ku 16ê Tîrmehê hatibû îmzekirin, bingeha yasayî ya destpêkirina geştan e.
Kathrin Deschauerê got:
"Ev peyman rê dide şirketên asmanî ku di navbera Almanya û Sûriyeyê de geştên rasterast bidin destpêkirin.
Her wiha ev yek wekî yek ji xalên Plana Çalakiyê ya Almanya û Sûriyeyê tê dîtin."
Serdana Ehmed Şer a Berlînê
Deschauerê bi bîr anî ku Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer meha Adarê li Berlînê hatibû pêşwazîkirin.
Wê eşkere kir ku wan di wê serdanê de li ser planeke çalakiyê li hev kiribû û peymana veguhastina asmanî jî gaveke pratîk a wê planê ye.
Destpêkirina geştên rasterast wekî gaveke girîng a pêvajoya asayîbûna her du welatan tê dîtin ku piştî 13 salên şerê navxwe pêk tê.
Şirketa Leavê plan dike ku bi balafirên Airbus A320-200 ku kapasîteya wan 180 rêwî ye, di hefteyê de 2 caran geştan bike.
Tê armanckirin ku ev geşt xizmetê ji bo Sûriyeyiyên li Almanyayê û bazirganan bikin.



