Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro di çarçoveya serdaneke fermî de çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Macron û şandeya pê re di saetên êvarê de gihiştin Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê.
Wezîrê Karên Derve û yê Sûriyeyê Esed Şeybanî Macron û şandeya bi wî re pêşwazî kirin.
Piştî 2008an serdana yekem e
Di nûçeyên medyaya fermî ya Sûriyeyê de hat destnîşankirin ku ev serdan ji sala 2008an ve cara yekem e ku serokkomarekî Fransayê diçe Sûriyeyê.
Hat diyarkirin ku vê serdanê, pêwendiyên Sûriye û Fransayê derbasî qonaxeke nû kiriye ku li ser bingeha rêzgirtina dualî û hevbeşiya wekhev hatiye avakirin.
"Werin em rûpeleke nû vekin"
Serokkomar Macron, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê serdana xwe de daxuyaniyek da.
Macron di daxuyaniya xwe de anî zimên ku Fransa biryardar e li kêleka gelê Sûriyeyê bisekine.
Macron di parvekirina xwe de ev peyam da:
"Ez hatim ku pêbendbûna Fransayê ya li hemberî gelê Sûriyeyê binêm zimên.
Ji bo Sûriyeyeke serwer, di nav pirrengiya xwe de yekgirtî û bi cîranên xwe re di nav aştiyê de be werin em bi hev re rûpeleke nû ya aramî û aştiyê vekin."


.webp&w=3840&q=75)