کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Werziş

Nêçîrvan Barzanî Agît Kabayel pîroz kir: Cihê serbilindiya gelê Kurdistanê ye

RÛDAW

RÛDAW

29-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW29-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nêçîrvan Barzanî tîma Senharîbê pîroz kir
Werziş29-11-2026

Nêçîrvan Barzanî tîma Senharîbê pîroz kir

Mesrûr Barzanî Agît Kabayel pîroz kir
Werziş29-11-2026

Mesrûr Barzanî Agît Kabayel pîroz kir

Boksorê Kurd li ber çavên 53 hezar alîgiran kembera cîhanê parast
Werziş29-11-2026

Boksorê Kurd li ber çavên 53 hezar alîgiran kembera cîhanê parast

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta serkeftin û parastina kembera zêrîn boksorê Kurd Agît Kabayel pîroz kir.

Boksorê Kurd Agît Kabayel li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li hemberî hevrikê xwe Nelson Hysa bi ser ket û kembera xwe parast.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro peyamek belav kir û Agît Kabayel bi germî pîroz kir.

“Cihê pêzanîn û şanaziya gelê Kurdistanê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand, "Ev destkefta werzişî ya mezin cihê serbilindî û şanaziya gelê Kurdistanê ye."

Nêçîrvan Barzanî her wiha di karên wî yê werzişî de hêviya serkeftina berdewam û destkeftên zêdetir ji bo wî xwest.

Kabayel di 2 raundan de bi ser ket

Ev peyama Serokê Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat ku berê sibeha îro li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê pêşbaziyeke boksê hat lidarxistin.

Li Stadyuma Esprit Arenayê bi amadebûna 53 hezar temaşevanan, boksorê Kurd Agît Kabayel û rikeberê wî Nelson Hysa hatin pêşberî hev.

Agît Kabayel li hemberî Nelson Hysa serkeftineke bilez bi dest xist û cara yekem kembera xwe ya şampiyoniya cîhanî ya WBCyê ya sikleta giran parast.

Kabayel di raunda duyem de bi nakawta teknîkî (TKO) bi ser ket.

Piştî ku di xuleka 2:42yan a raunda duyem de lîstikvanê wan ji enîşka xwe birîndar bû, tîma rahêneran a Nelson Hysa xawliya xweradestkirinê avêt nav rîngê.

“Bijî Kurd, bijî Kurdistan”

Agît Kabayel wekî her carê Kurdbûna xwe nîşan da û bi alaya Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kir.

Wî di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî serkeftinê de got, "Bijî Kurd, bijî Kurdistan."

Kabayel heta niha di 28 maçan de bi ser ketiye û qet têk neçûye ku 20 ji wan bi nakawtê ne.

Wî her ji raunda yekem ve bi lez û hêza destên xwe cudahiyeke mezin çêkir.

Kabayel bi kulmên bihêz ên destê rastê û lêdanên ji jêr ve (aperkat) zexteke mezin li rikeberê xwe kir.

Nûçeyên Têkildar

Nêçîrvan Barzanî tîma Senharîbê pîroz kir
Werziş29-11-2026

Nêçîrvan Barzanî tîma Senharîbê pîroz kir

Mesrûr Barzanî Agît Kabayel pîroz kir
Werziş29-11-2026

Mesrûr Barzanî Agît Kabayel pîroz kir

Boksorê Kurd li ber çavên 53 hezar alîgiran kembera cîhanê parast
Werziş29-11-2026

Boksorê Kurd li ber çavên 53 hezar alîgiran kembera cîhanê parast

Pirsên