Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta bidestxistina şampiyona Rojavayê Asyayê tîma voleybolê yaSenharîbê ya Dihokê pîroz kir û ragihand ku ev serkeftin ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê cihê şanaziyê ye.
Tîma Jinan a Senharîbê ya Voleybolê ya Dihokê li hemberî tîma Bouchrieheyê ya Libnanê destkeftiyeke dîrokî bi dest xist û cara yekem bû şampiyona Rojavayê Asyayê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di peyamekê de bi germî pîrozbahî li desteya birêvebir, personelên rahêneran û tevahiya lîstikvanên Tîma Senharîbê ya li Dihokê kir ku cara yekem bû şampiyona Rojavayê Asyayê.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:
"Ev serkeftin ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê cihê şanazî û pesindayînê ye ku şiyan û îradeya keçên Kurdistanê ya ji bo serkeftin û derketina li qadên werzişê yên cîhanê diselmîne."
Nêçîrvan Barzan hêviya berdewamî û destkeftên werzişî yên zêdetir ji bo tîmê û lîstikvanên wê xwest.
Senharîb cara yekem bû şampiyona Rojavayê Asyayê
Doh Tîma Senharîbê destkeftekî dîrokî tomar kir û piştî ku li hemberî Tîma Bûşriyeyê ya Libnanê bi ser ket, cara yekem bû şampiyona Rojavayê Asyayê.
Tîma Senharîbê ya bajarê Dihokê di lîstika sêyem a hevrikiyên Şampiyoniya Rojavayê Asyayê de, li hemberî Tîma Bûşriyeyê ya Libnanê lîst û bi 3 setên bêbersiv zora wê bir.
Tîma Senharîbê di lîstika yekem a şampiyoniyê de li hemberî Tîma Erebiyê ya Qeterê lîst û bi zehmetî bi 3 setan li hemberî 2 setan (3-2) bi ser ket.
Piştî wê maçê tîma Kurdistanê bi asteke bilindtir derket qadê û karî hemû rikeberên xwe têk bibe.
Senharîbê di maça duyem a hevrikiyê de jî li hemberî Tîma Qelemûnê ya Libnanê bi 3 setên bêbersiv bi ser ket.




