Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Mardin 1969 Sporê bi dirûşma “Bila zarokên me şa bibin, Mardinspor mezin bibe” armanc dike ku li 10 navçeyên Mêrdînê formayan bide 47 hezar zarokan.
Tîmê ji bo vê kampanyayê bangî karsaz, sazî û rêxistinên civaka sivîl kir ku piştgiriyê bidin wan.
Mardin 1969 Spor ji bo qezenckirina alîgirên paşerojê û belavkirina hezkirina fotbolê ya di nav zarokan de xwe ji bo kampanyayeke watedar amade dike.
Bi vê projeya ku dê bi dirûşma “Bila zarokên me şa bibin, Mardinspor mezin bibe!” bê meşandin, tê xwestin ku 47 hezar zarokên li 10 navçeyên Mêrdînê bi formayên sor û lacîwerdî) bên xelatkirin.
Bi rêya kampanyayê ne tenê belavkirina formayan tê armanckirin, di heman demê de armanc ew e ku hezkirina Mardinsporê di temenê biçûk de bê avakirin û hesta hevgirtinê ya li dora tîma bajêr bihêz bibe.
Bi şaredariyan re hevdîtin hatin kirin
Di pêvajoya amadekariya projeyê de serdana şaredariyên Artuklu, Stewr, Qoser, Rişmil û Mehsertê hat kirin û li gel birêvebîriyên xwecihî hevdîtinên hevkariyê hatin kirin.
Tê plankirin ku hevdîtinên li gel navçeyên din jî bidomin.
Banga piştgiriyê
Berdevkê Çapemeniyê yê Mardin 1969 Sporê Kadîr Urundu ji bo ku kampanya bigihîje girseyên berfireh bangî karsaz, sazî û rêxistinên civaka sivîl kir û got:
“Hemû karsaz, rêxistinên civaka sivîl û saziyên me yên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyaya me, dikarin formayan bikirin û diyarî zarokên me bikin.
Werin, em bi formaya Mardinsporê zarokên xwe şa bikin.”
Mardin 1969 Spor bi vê kampanyaya ku dixwaze 47 hezar zarokî bi formayan şa bike, hewl dide hem alîgirên paşerojê bi dest bixe hem jî hezkirina Mardinsporê ji nifşekî derbasî nifşê din bike.




