Hewlêr (Rûdaw) - Bahoza sor û şîn Mardin 1969 Spor li Lîga 1emîn a Trendyolê hew radiweste, tîma Bakurê Kurdistanê piştî ku li deplasmanê Bursaspor têk bir, îşev jî li mala xwe Fatih Karagumruk destvala vegerand.
Tîma Mêrdînê, di çarçoveya hefteya 10an a lîgê de li mala xwe mazûvaniya Fatih Karagumrukê ya tîma Stenbolê kir.
Mardin 1969 Sporê bi gola ku di destpêka maçê de avêt, reqîbê xwe 1-0 têk bir û sê puanên giranbiha bi dest xistin.
Gola bilez a Dimitrov û keda mezin a parastinê
Mardin 1969 Spor piştî serkeftina mezin a li Bursayê bi moralekî bilind daket qadê û tîmê bi piştgiriya gur a alîgiran ji destpêka lîstikê ve êrişên li pey hev birin ser Karagumrukê.
Ev êriş zû bi ber ketin û di xuleka 10an de, Olarenwaju Kayode paseke pir xweş da Zdravko Dimitrov û bi lêdaneke xurt gola serkeftinê ya maçê tomar kir.
Piştî golê, tîma mêvan Fatih Karagumrukê bi lîstikvanên xwe yên wekî Cenk Tosun û Emre Akbaba hewl da ku skora maçê biguhere lê belê parastina Mardin 1969 Sporê û qeleparêz Erce Kardeşler rê neda ku gog derbas bibe.
Nîvê yekem ê maçê bi serkeftina 1-0 a tîma Mêrdînê bi dawî bû.
Petev û şagirdên wî ber bi jor ve hildikişin
Di nîvê duyem de, rahênerê Karagumrukê ji bo guhertina skorê lîstikvanên nû yên mîna Tiago Çukur û Manolis Siopis xistin qadê û zexta xwe zêde kir.
Lê belê dîsîplîna taktîkî ya rahênerê Mardin 1969 Sporê Ivaylo Petev, hemû êrişên reqîb pûç kirin.
Lîstikê heta xuleka dawî bi heman skora 1-0 berdewam kir û bi serkeftina tîma Bakurê Kurdistanê qediya.
Hekemên maçê Burak Olcar, Kadîr Akilli û Oguzhan Yazir bûn.
Di maça dijwar de, ji Mardin 1969 Sporê Adem Eren Kabak, Tonio Teklic û Emre Taşdemîr û ji tîma Fatih Karagumrukê jî Anil Yîgît Çinar bi kartên zer hatin cezakirin.
Rewşa rêzbendiyê û maça hefteya bê
Bi serkeftinên li pey hev, Mardin 1969 Sporê puanên xwe derxistin 18an û di lîgê de cîhê xwe di rêzên jor de qayîm kir.
Tîma Stenbolê Fatih Karagumruk jî bi 13 xalan di navenda rêzbendiyê de ma.
Bahoza sor û şîn dê hefteya bê li deplasmanê bi tîma Esenler Eroksporê re bilîze û ji bo parastina rêzeserkeftinê dakeve qadê.

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
