Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Fotbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber bûyerên di maça Beşîktaşê de 2 milyon û 542 hezar û 500 lîre ceza da Amedsporê.
Federasyonê her wiha ceza da Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi jî.
Li aliyê din alîgiran ji bo piştgiriya tîma xwe dest bi kampanyayê kir.
Desteya Dîsîplînê ya Fotbola Profesyonel (PFDK) a Federasyona Fotbolê ya Tirkiyeyê (TFF) biryarên xwe yên li ser maça Amedspor û Beşîktaşê ya 20ê Îlonê eşkere kirin.
6 cezayên cuda
Li gorî daxuyaniya desteyê ji ber 6 hincetên cuda ceza li Amedsporê hatiye birîn.
PFDKyê ceza da van kiryarên di maçê de:
- Ji ber wergirtina temaşevanan a derveyî qanûnan milyon û 200 hezar lîre.
- Ji ber bûyerên qadê yên alîgiran 420 hezar lîre.
- Ji ber ku sîstema avdaniyê 20 çirkeyî lîstik da sekinandin û qad bi awayekî wekhev nehat avdan 280 hezar lîre.
- Ji ber ku temaşevan bi şûşeyên avê yên girtî ketin stadyumê 280 hezar lîre.
- Ji ber ku valahiyên derenceyan nehatin valakirin (cara duyem e) 250 hezar lîre.
- Ji ber tevgera li dijî spormeniyê ya wekî tîmê 112 hezar û 500 lîre.
Bi vî awayî PFDKyê bi giştî 2 milyon û 542 hezar û 500 lîre ceza da Amedsporê.
Cezayê ketina stadyumê û cezayê rahêner
PFDKyê ji ber "tezehuratên xirab û nexweş" biryar da ku kartên elektronîk ên temaşevanên li blokên 109, 110 û 111an ên Trîbuna Jêr a Rojavayê û blokên 122, 123, 124 û 125an ên Trîbuna Jêr a Başûr bên blokekirin.
Ev temaşevan dê nikaribin herin maça bê ya ku Amedspor li stadyuma xwe dilîze.
Serokê Amedsporê Nahit Eren jî bi hinceta "daxuyaniyên wî yên li dijî îtibara fotbol û saziyan" sewqî PFDKyê hatibû kirin lê desteyê ti ceza neda wî.
Ji aliyê din ve, PFDKyê ji ber tevgerên li dijî sportmeniyê yên li hemberî hakemê maçê, lîstikekê qedexeya ketina jûra cilguhertinê û yêdekê û 100 hezar lîre ceza da Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi.
Banga piştgiriyê ya alîgiran
Piştî ku PFDKyê zêdetirî 2,5 milyon lîreyî ceza da Amedsporê, alîgirên tîmê dest bi kampanyaya piştgiriyê kir.
Alîgiran bi dirûşma “Li dijî cezayên giran dema piştgiriyê ye” daxwaza alîkariya aborî kir.
Di daxuyaniya alîgiran de bangî xelkê hat kirin û hat gotin:
“Li hemberî van cezayên giran ên ku hatine dayîn, niha dema wê ye ku em piştgiriya xwe mezintir bikin.
Di pêvajoyeke wiha de ji bo em li cem Amedsporê bin, li tîma xwe xwedî derkevin û vî evînê bi hev re hilgirin, em piştgiriyê mezin bikin. Çimkî em yek in, çimkî Amedspor em in.”
Alîgiran ji bo alîkariyê bangî hezkiriyên tîmê kir ku herin beşa “Bibe Amedî (Amedli Ol)” ya li ser malpera fermî ya Amedsporê û piştgiriyê bidin tîma xwe.




